1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Gera min li bakurê welêt û Turkiyê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Gera min li bakurê welêt û Turkiyê

A+A-

 

Gabar Çiyan

Di serdana xwe de, bi beşek şexsiyetên nasdar, bêhtir bi çalakiyên xwe î mafê mirovan tê nasîn re rûniştim. Her wiha li çend dostên bav û kalan, kesên di nava civatê de xwedî dîtin û gotin in, guhdarî kir. Me li ser pêvajoya derbas bûyî û rewşa niha sohbetên bi sûd kir. Ji niqaşên bi wan re, min du (2) niqte, du pêşketinên balkêş, jê deranî:

. Çarçove û muxatabê wê baş zelal nebûbe jî, hikumeta AKP li ser pêvajoyek nû dixebite.
. Derbarê babetê, bi xebat, kurbûn, biryar û helwêsta xwe, pirî caran qala saziyek nû û rola wê tê kirin.  Ew organîzasyon, Musteşariya Pergal û Ewlekariya Giştî (KDGM- Kamu Düzeni ve Güvenliği Müsteşarlığı) ye. Sazî, 2010 an de ji bo ”pêşxistina polîtîka û stratejiya li dijî terorê” (!) ava bûye. Bi serokwezareta welêt ve girêdayî be jî, nêzî serokomar, artêş û istixbaratê kar dike.

KDGM, bêhtir kordînatortiya nav rêvebir û saziyên desthilatdar li Turkiyê dike. Li ser çareseriya pirsgirêkan, bi taybetî jî a Kurd, kur dibe, bi pêşniyazên xwe, rê vedike. Dema pêwîst be, şexsiyet û nasdarên civatê tevî qonaxê dike.

Li Turkiyê, hejmarek bawerî û netewe bi hev re dijîn. Pêşketina demokrasiya li Turkiyê, bi nasîna mafê çand û baweriyan ve, girêdana xwe piralî heye. Bêalîbûn, serxwebûn û baweriya bi saziyên mîna KDGM ê çiqasî cihê şik û niqaşê be jî, pêwîstiya civat û dewletê, bi saziyên nîv fermî û sivîl ku li ser pirsa Kurd ji hêla aborî, civakî, çandî û siyasî ve kur bibe, bi perspektîv û pêşniyazên xwe, rê veke, mezin e. Di vê çarçovê de, pratîka heta niha a KDGM ê zêde ne berhemdar be jî, divê mirov bi erênî nêzî wê bibe, şens bide diyalog û pêvejoya çareseriyê.

Di gera xwe, ji awira netewî ve, qelsbûna kordînasyona nav hêz û saziyên siyasî, civakî, çandî û aborî eşkere xuyanî dike. Car caran dijberî jî dibe. Hereketa herî bi hêz li bakur, mezintir dibe, sazî û rêxistinên hevalbend, hevkar, dost û nêz zêdetir dibin. Qala qelsiya kordînasyona nav wan jî, tê kirin. Cihên gazin û pêşniyaz lê bibin, divê zelaltir bibe. Kar û xebata legal, profesyoneltir bibe.

Gelo, pêwîstiya me bi saziyek netewî mîna KDGM ê heye, an na?

Pêvajoya çaraseriyê a nû

Li ser pirsê, spekulasyon dibin. Dîtinên cewaz tê zimên. Ez ê hewil bidim ku wan formule bikim:

Pêvajoya nû şiklê xwe î dawî negirtiye. Kar û xebata li ser didome. Niqaşên derbarê wê kêm bin jî, di mediayê de dest pê kiriye. Li gorî wan, beşdarbûna nûner û maqûlên civatê, hinek şexsiyet û çalakvanên mafê mirovan, diyar bûye.

Beşek ji van nûçeyan bi devkî belav dibin. Çavkanî, KDGM tê nîşandan. Lê serokomar û serokwezaret jî derbarê pirsê kêm û ne yekser bin jî, agehdariyan belav dikin.

Di pakêta nû de, xebata bi partiyên legal re derdikeve pêş. Ev yek dê bihêzkirin û baweriya bi partiyên legal bike cihê niqaşê. HDP, li ser şaşiyên xwe hurtir û ji bo pêşxistina qonaxa aştiyê, perspektîvên wê î erênî kurtir bike.

Baweriya bi Abdullah Ocalan û perspektîvên wî ji bo çareseriya pirsê, xurt e. Xurtbûna Ocalan, ji durbîn û kurbûna wî li ser pêşxistina prosesê û rakirina pirsgirêkan tê. Beşdarbûna wî di pêvajoya nû de û bi sînor be jî, azadiya wî dikare were rojevê.

Polîtîka dewletê a 12 îlonê, muxalefeta li bakurê welêt qels kiribû. Bi qasî tê fêmkirin, di pêvajoya nû de dê li dîtinên partiyên muxalîf jî guhdar bikin. Dema hêzên muxalîf, nakokiyên navxweyî kur nekin, li ser pêşketina pêvajoyê bixebitin, deriyên xwe ji bo hevkariyê vekirî bihêlin û dijberiya êkûdu nekin, pêvajoya nû dikare mecalên pêşketina wan bihêne holê.

Wê bidome…

 

 

 

 

 

Bu yazı toplam 662 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.