1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Gera Wezîrê Xurek Eker ya Amedê berdewame
Gera Wezîrê Xurek Eker ya Amedê berdewame

Gera Wezîrê Xurek Eker ya Amedê berdewame

Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker diyar kir ku di nav 40 salî de cara ewilîn e zivistaneke wiha tê dîtin û ji bo weziyetên menfî çareser bikin tedbîr hildane.

A+A-

AMED - Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî  Eker diyar kir ku di nav 40 salî de cara ewilîn e zivistaneke wiha tê dîtin û ji bo weziyetên menfî çareser bikin tedbîr hildane.

Eker ji bo çend temasan hate bajêr û Waliyê Diyarbekirê Mustafa Cahit jî ziyaret kir. Eker li vir diyar kir ku di nav 40 salî de berfa herî zêde îsal dikeve û di van herdu rojan de baranê li ser jiyanê tesîr kiriye. Eker eşkere kir ku di nav Diyarbekirê û navçeyên wê de pirsgirêka xwegihandinê tune lê rêyên hin gundan ji ber berf û bagerê tên girtin, ew jî rêyan vedikin û ji ber ku berf hê dibarê bi tenê mudaxeleyî tiştên lezgîn dikin.

Eker got ku ekîbên Midûriyeta Tenduristiyê yên Bajêr, Sekreteriya Giştî ya Îdareya Taybet a Bajêr û ekîbên din bi hev re di nav tekîldariyê de ne. Eker diyar kir li gor texmînên meteorolojiyê ji îro şûn de berfê bisekine. 

Eker eşkere kir ku ji bo rêyan vekin dê dest bi xebatan bikin û wiha axivî: "Ev du roj in dibistan girtî ne. Zanîngehê jî li ser vê biryar daye. Bi taybetî jinên ku hindik maye biwelidin tên teqîbkirin. Di nexweşxaneyan de pirsgirêk tune. Rewşa ceyranê tê şopandin. Hê pirsgirêkeke mezin nehatiye bihîstin. Li hin cihan ji ber hewayê arize derdikevin. Li navenda bajêr jî pirsgirêk tunin. Lê hewayê hê jî sar bibe."

Bu haber toplam 664 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.