‘Geziyê dest pê kir PKK rawesta!’

‘Geziyê dest pê kir PKK rawesta!’
Wezîrê Karên Naxweyî yê Tirkiyê Efkan Ala îdia kir ku bûyerên parka Geziyê dest pê kir, PKKê jî vekişandina gerîliyên xwe ji nav sînorên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rawestand.

 

Wezîrê Karên Naxweyî yê Tirkiyê Efkan Ala di civîna budçeyê ya Lijneya Giştî Parlamentoya Tirkiyê de pirsên parlamenteran bersivand.

Efkan Ala anî ziman Tikiye 35 sal in li hemeberî PKKê têdikoşe û got, PKKê dê çekan binax bike û Tirkiyê jî dê pirsê li gorî xwe çareser bike û wiha domand:

“Demokrasî û aboriya me dê pêş bikeve. Derbarê vê mijdarê de ti guman nîne. Ma ne 8ê Gulana 2013an vekişandinê dest pê kir? Kengî rawesta? Dema bûyerên Geziyê dest pê kir vekişandin rawesta.”(rudaw)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.