1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Girtiyên kurd û terora dewleta Îranê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Girtiyên kurd û terora dewleta Îranê

A+A-

Li gorî organîzasyonên mafê mirovan, li Îranê di salên dawiyê de hejmara kesên hatine îdam kirin, salbisal zêdetir bûye. Di 2013 an 678 û 2014 an de zêdeyî 700 kes hatine darvekirin. Li gorî îdîayan, hejmara kesên tên îdamkirin, zêdetir e, lê Îran rastiyê ji raya giştî vedişêre. Beşek ji kesên darvedikin zarok û ciwan in. Li ser pirsê raporek pêşkêşî "Konseya Mafê Mirovan a NY" hatiye kirin. Di raporê de, balê dikşînin ser bêdeng kirin, girtin û hepis kirina muxalif, rojnamevan, endamên dezgehên civakî û eqaliyetan, dadgehkirinên şiklî û îtîrafnameyên bêhiqûqî ku dema îşkencê bi wan didine nivîsîn û îmzekirin.

Berî hilbijartina 2013 an, serokomarê niha Hasan Ruhani, ji bo reforman û başkirina rewşa girtiyan axaftinên erênî kiribû. Lê sozên xwe bi cî nehanî, rewşa girtiya, bi taybetî êsîr û hepsiyên kurd xiraptir bû. Hejmara siyasetvanên kurd di zindanên Îranê de zêde dibe. Işkencên giran (destavêtina cinsî, elektrîkdana laş, felaqe ûhwd) li wan dikin. Îfade girtina di bin îşkencê, di hucreyên teng û bi darê zorê îmze kirina îtîrafnameyan, beşek ji jiyana rojane ye. Ev yek bi îdamkirina Saman Nesîmî baştir derket holê. Wextê Nesîmî girtin 17 salî bû. Piştî sê salan û demên dawiyê, 97 rojan di hucrê de bi îşkencê îfadeya wî girtin,  îdam kirin. Îranê di 2012 de peymana li dijî îdama zarokên bin 18 salî de îmze kiribû. Lê dewletê peyman nenasî, binpêkir û Nesîmî bidarvekir. Bi îşkence û cezekirinê, dixwazin peyamekê bidin kurda. Dixwazin, bi tehdît, çavtirsandin û şantajê siyaseta xwe bidin domandin.

Şervanên kurda di demên dawiyê de, li başur û rojava li dijî terora DAIŞ ê serkevtinên mezin bi dest xistin. Dostên xwe zêdetir, têkiliyên xwe bi cîhanê re xurttir û yekîtiya xwe tekûz kirin. Kurd li Rojhilata navîn dibin hêzek cidî. Xurtbûna kurda, tirsek mezin dixe dilê dagirkerên Kurdistanê. Îran jî, ji diyalogê bêhtir, dixwaze bi terorê û çavtirsandinê peyamê ji kurda re rê bike.

Divê Îran dawî li terora xwe bihêne, rêzê ji mafê mirovan re bigre, mafê kurda nas bike û pirsên siyasî bi rêyên însanî û diyalogê çareser bibe. 

 

Bu yazı toplam 487 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.