1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Gotibû 'Dê Huda-Par û BDP beriya hilbijartinan bînin beramberî hev'
Gotibû 'Dê Huda-Par û BDP beriya hilbijartinan bînin beramberî hev'

Gotibû 'Dê Huda-Par û BDP beriya hilbijartinan bînin beramberî hev'

Hat diyarkirin ku li cîhê JÎTEM'ê Tîma Hîlalê pêk hatî û ev hêz jî îro bi navê ÎDLM'ê de hêj çalak in.

A+A-

Bi piştgiriya Tirkiyeyê şerê Suriyeyê aloz dikin û ji hêzên mûhalafetê re elemanan kom dike ji perwerdeye wan bigre heta sewqiyata çekan hemû ji aliyê Tîma Hîlalê ve tê organize kirin. 

 Li gorî agahiyên ku çavkaniyek daye DÎHA'yê yekeya şebekeya kuştinan a para-mîlîtera Dewletê JÎTEM e û van îdîa û agahiyan jî bi wêneyên bûyerên salên 90'î piştras dike. Bi salan piştre der barê Tîma Hîlalê de agahî derket û ev agahiyana bi tenê raboriyê re sînordar nîne. Çavkaniyê diyar kir ku navê JÎTEM'ê ya ku ji leşker, cerdewan û îtirafkaran pêkdihat yê îro ÎDLM vê sazûmanê demek dibin navê Tîma Hîlalê de hebûna xwe diparast û îro jî dibin navê ÎDLM de kar û xebatan berdewam dike. Çavkaniyê der barê xebatê û sazûmana van rêxistinan de îdîayên girîng kir.

Li Amed, Wan Meletî û Bedlîsê çalakin

Li gorî agahiyên çavkaniyê, ev sazûmanên derzagonî yên ku hatina sazkirin li herêmê dinava çalakiyên îstîxbarêtê deye. Çavkaniyê diyar kir ku di bin navê têkoşina li hemberî PKK'ê de li bajarên herêmê yên wek Amed, Wan, Meletiyê û Bedlîsê xebatên îstîxbaratî dimeşîne. Çavkanî sedema hilbijartina van bajaran jî wek xwendekarê zanîngehê dide nîşandan. Ev kesên girêdayî vê sazûmenê xwe wekî xwendekar dide nîşandan û li wan bajaran çalakiyên îstîxbaratê dide meşandin. Ev kesana xwe weke xwendekarê xizan dide nîşandan ji dewletê bursê digre li gorê derdora ku diçe zimanê xwe ayar dike û dikeve nava xwendekarê welat parêz ên kurd û Îslamîstan li heman derdorê û li malê wan dimîne û bi vê rê agahiyan kom dike. 

Gelo kuştina Temel bi hevkariya ÎDLM û Huda-parê bû?

Çavkaniyê destnîşankir ku di nava tevgera siyasî ya kurd de ev kesên ku agahiyan kom dikin, sazûmana îslamî ya ku di demên berê de bi destê dewletê gelek bûyerên "Kiryar nediyar" pêkanî ya bi navê Hizbullah baskê wiyê siyasî jî Huda-Par. Li gorî îdîaya çavkaniyê Ozcan Temelê ku li Êlihê hat kuştin ji aliyê kesên ku xwede nava Huda-Parê de bi rêxistin kiriye ji aliyê wan kesan de hati kuştin. Çavkaniyê navê kesên ku dinava Huda-parê de cîhdigre û navê kesên tê nasîn da û diyar kir ku dê ev sazûmana ku di nava Huda-Parê de cîhdigre her çend hilbijartin nêzîk bibe dê çalakiyên provakatîf bikin. Îdîaya çavkaniyê ya divî warî de êrişa Licê pêkhat hêzdar kir. Li gorî agahiyê ku çavkaniyê daye armanc dikin ku berê hilbijartinan Huda-Par û BDP'ê bi beramberî hev. 

Îdîaya li pişt kuştina jinan 'Kemîn heye' 

Çavkaniyê diyar kir ku ji bilî çalakiyên îstîxbaratî çalakiyên sîxûriyê jî ji aliyê vê sazûmaniyê ve tê birêvebirin. Çavkaniyê balkişand ser xwekuştinê jinan yên herêmê û sedema xwekuştinên jina çalakiyên sîxûriyêye. Kesên ku girêdayî vê sazûmaniyê, li herêmê berê bi jinên ciwan re hevaliyê li dardixin piştî wî dixin kemîna zayendî û neçarî sîxûriyê dikin û dema di karê sixûriyê de bisernakevin wê demê kesên ku xistina kemînê dixin nava fuşê. Li gorî agahiyên çavkaniyê bi taybetî 2008-2011'an de li herêmê xwekuştina jinan zêde bûye sedema vê yekê jî şantaj û çalakiyên vê sazûmanê ye. Jinên ku rastî fuhuş û sîxûriyê tên dema ku riya derketinê nabîne neçardimîne ku xwe bikujin.

Çavkaniyê der barê xebatên îstixbaratî û rêxintinbûn a dibin navê ÎDLM'ê de îdîa kir ku ji bo ku balê nekşînin li herêmê şirketek vekirine û li her bajarê jî şaxê wî şirketê vekirinin û wan şirketan wek baregeh bikartine, wek navendên lêpirsînê jî bikar dîtine.

Bu haber toplam 583 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.