1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ‘Gotûbêja bi partiyên Rojhilat re ehmeqî ye’
‘Gotûbêja bi partiyên Rojhilat re ehmeqî ye’

‘Gotûbêja bi partiyên Rojhilat re ehmeqî ye’

Fermandarê Artêşa Beytulmuqedes a Bajarê Sineyê li Rojhilatê Kurdistanê dibêje, her kesê/a behsa gotûbêja di navbera Komara Îslamî ya Îranê û partiyên dijî Şoreşê (Partiyên Rojhilatê Kurdistanê) de bike ehmeq e û divê bê cizakirin.

A+A-

Sînê (Navenda Nûçeyan) -  Eqîd Mihemed Husên Recebî ragihand ku behskirina civîna bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê re bê wate û nehêja ye û her kesê/a behsa wê yekê bike ehmeq e.
 
Fermandarê Artêşa Sineyê piştî ku endamekî navenda hilbijartinan a Hesen Ruhanî li bajarê Sineyê pê re civiyaye û jê re gotiye, ‘çawa ku Îran bi Emrîkaya dijminê xwe re civiyaye bi heman awayî bila bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê re jî bicive’, ev daxuyanî daye.
 
Fermandarê  Artêşa Pasdaran herwiha ji waliyê bajarê Sineyê xwest ku ew kes bê cezakirin û kesên ku gotinên wisa dikin ji ber ku kêşeyan ji bo gel çêdikin, di civakêd e kesên bê pêgeh in.
 
Endamê Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Mihemed Nezîf Qadirî ji BasNewsê re li ser vê mijarê wiha axivî: “Daxuyaniyên bi wî awayî paşkeftîbûna sîstema rêveberiya Îranê nîşan dide. Ji ber ku Îran naxwaze kêşeya gelên di nava coxrafiya Îranê de dijîn çareser bike, gotinên  bi wî awayî jî ecêb nîn in.”
 
Navbirî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em di danûstandinên bi Îranê re xwedî azmûnên tehl in,  gotûbêja bi Îranê re wextekî watedar dibe ku feraseta wan derbarê mafê gelên di nav Îranê de bê guhertin û di egera her gotûbêjekê de divê aliyê sêyem jî beşdar be û mijara gotûbêjan jî bê diyarkirin.”

Bu haber toplam 528 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.