1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Gotûbêjên mixalefet û rejîma Sûriyê bê encam bidawî bûn
Gotûbêjên mixalefet û rejîma Sûriyê bê encam bidawî bûn

Gotûbêjên mixalefet û rejîma Sûriyê bê encam bidawî bûn

Gera yekem danûstandinên rasterast ên navbera şanda rejîma Sûriyê û mixalefeta Sûriyê li Cenevre bê encam û pêşketinên berçav bidawî bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan 

Di 22’ê Çile dekonferansa aştiyê derbarê Sûriyê de ku wek Cenevre-2 tê naskirin bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat lidarxistin. Têde şanda rejîma Sûriyê, şanda mixalefeta Sûriyê, şandeyên 39 welatan û 6 rêxistinên navdewletî amade bûn û piştgiriya xwe nîşan dan bo danûstandinên navbera mixalefet û rejîma Sûriyê bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re ku nêzîka 3 sal dibe berdewam e.

Roja 24’ê Çile yekem gera danûstandinên rasterast di navbera şanda mixalefet û rejîma Sûriyê bi navbeynkariya Nûnerê Navdewletî û Erebî yê Sûriyê Exzer Îbrahîmî dest pê kir, û doh ev gera danûstandinan bê pêşketineke berçav bidawî bû.

Doh (31.01.2014) Exzer Îbrahîmî civîneke çapemeniyê de ragihand ku gera yekem adanûstandinan bidawî bûye û got: “Destpêka danûstan û gotûbêjan zehmet û gelekî giran bû û cudahiyeke mezin di navbera helwêste rejîm û mixalefeta Sûriyê de hebû, lê me di van danûstandinan de behsa xalên erênî kir da bikarin bingeheke bihêz avabikin ji bo destpêkirina gotûbêjên çareserkirina krîzê.”

Îbrahîmî ew yek neveşart ku ti pêşkeftineke berçav nehata bidest xistin di gera yekem a danûstandinan de û wiha axivî: “Herdû alî hevdeng in li ser çareserkirina krîza Sûriyê û cî bi cîkirina xalên daxuyaniya Cenevre-1.”

Daxwiyaniya Cenevre-1, ku di 30’ê Hezêrana sala 2012’an hatiye derxistin, têde avakirina hikûmeteke veguhez bi desthilatên temam ku serkirdatiya Sûriyê di qonaxa veguhez de bike, wek take rê bo çareseriya siyasî ya krîzê dide zanîn, lewma ev daxuyanî bingeha kongreya Cenevre-2 bû ku li ser hat lidar xistin.

Exzer Îbarhîmî da zanîn ku herdu aliyan razîbûna xwe li ser hizra rawestandina şer û pevçûnan li Sûriyê bo gihandina alîkariyên mirovî, anîne ziman. Nûnerê Navdewletî û Erebî li Sûriyê eşkere kir ku dê gera duyem a danûstandinan roja 10 Sibatê dest pê bike û wiha pêde çû: “Şanda mixalefetê amadebûna xwe bo gera duyem ragihand, lê şanda rejîmê got ku ew dê destpêkê bi Şamê bişêwire û piştre biryara xwe bide.”

Mijara yekem a danûstandinên hatin kirin, pirsa rawestandina şer, rakirina dorpêçkirina li ser navçeya Hisa Kevin li bajarê Hims ji aliyê rejîmê ve û derfetdan bo derbaskirina alîkariyên mirovî bo şêniyên wê navçeyê, ev xal di 25’ê mehê de ji aliyê şanda rejîmê ve hat qebûl kirin, lê piştre berdevkê Hevpeymaniya Mixalefeta Sûriyê Lûey Safî ragihand ku şanda rejîmê ev soza xwe pêk neaniye û ne dorpêçkirina li ser Himsa kevin rakiriye û ne jî hiştiye ku otombêlên alîkariyên mirovî derbasî wê deverê bibe.

Di civîna 27’ê mehê de, Lûey Safî got: “Me navên 20 hezar girtiyên di zindanên rejîmê de radestî şanda rejîmê kirine û di nav wan de 1200 zarok hene.” Herwiha Hevpeymaniya Opozîsyonê daxwaz kir ku her yek ji Dr. Raniya El-Wbasî û zarokên wê, Ebdulezîz El-Xeyir, Gebriyêl Mîşêl Goriye û Xelîl Metûq, bên berdan.

Bu haber toplam 628 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.