1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Grûbên çekdar li Helebê malên Kurdan talan dikin
Grûbên çekdar li Helebê malên Kurdan talan dikin

Grûbên çekdar li Helebê malên Kurdan talan dikin

Di çarçoveya şer û pevçûnên navbera grûbên ser bi mixalefeta Sûriyê li aliyekî û çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAÎŞ) li aliyek din li bajarê Helebê, hinek grûbên çekdar li Taxa Eşrefiye ketin mal û dikanên Kurdan û ew talan û wêran kirin.

A+A-

KOBANÎ -Li gor agahiyên ku ji Kurdên wê taxê gehiştine BasNewsê, grûba bi navê Şehîdên Bedir ku Xalid El-Heyanî serpereştiya wê dike dergehên dikan û malên wan kesên ku ji ber şer reviyane şikandin û kel û pelên di nav wan de dizîn.

Herwiha yek ji şêniyên taxa Eşrefiye ku niha koçberî bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bûye got: “Cîranên min ez agahdar kirim ku grûba Şehîdên Bedir mala min talan kirine bi hiceta ku qaşo ez alîgirê rejîmê me.”

Taxa Eşrefiye ku yek ji taxên Kurdî yên bajarê Helebê ye, nîvê wê di bin kontrola hêzên mixalefetê û nîvê din di bin destê hêzên rejîmê de ye, herwiha hejmareke zêde ji şîniyên wê ji ber şer koçberî bajarên wek Efrîn û Kobanî bûne û mal û milkên xwe bi cî hiştine.

 

Bu haber toplam 611 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.