1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Grûpa Partiya Kerên Kurdistanê hat hilweşandin
Grûpa Partiya Kerên Kurdistanê hat hilweşandin

Grûpa Partiya Kerên Kurdistanê hat hilweşandin

Sekreterê Grûba Kerên Kurdistanê Umer Kilol, grûba xwe hilweşand û sedema vê biryarê jî bi tênegehiştina xelkê ve girêda ku tiştek ji peyama wî famnekirine.

A+A-

SILÊMANÎ - Piştî 35 sal di ser damezrandina wê grûbê re, Sekreterê Grûba Kerên Kurdistanê Umer Kilol grûba xwe hilweşand û got: ‘’Ew hemû kesên ligel min bûn bo wext derbaskirin û henekpêkirinê bi min re bûn, neku bi tevahî ji peyama min famkiribin.’‘

Umer Kilol wiha axifî: ‘’Damezrandina partiyek an jî grubeke wiha herçiqas berevajiya dab û nerîtên Kurdewarî û civakî be, lê peyameke diyarkirî ya vê grubê hebû û xwest bi vê rêyê peyama xwe bigîne xelkê.’‘

Kilol, sedema hilweşandina grûba xwe jî bi wê yekê ve girêda ku piştî vê hemû dema zêde civaka Kurdî jê famnekiriye û her dem bi çavekî din berê xwe dane şexsiyeta wî û di heman demê de jin, zarok û malbata wî jî di vê derbarê de baceke zêde dane.

Berê di destpêka salên 1950’an de li Kurdistanê ‘Partiya Keran’ hebû, lê Umer Kilol di sala 1979’ê de wek partiyeke fermî ragehand û piştî raperînê navê wê guhert û kir Grûba Kerên Kurdistanê.

 

Bu haber toplam 4844 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.