1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Gulen çav berda Silêmaniyê
Gulen çav berda Silêmaniyê

Gulen çav berda Silêmaniyê

Weqfa Fazîlet a Tirkiyê ku ser bi Cemaeta Fethullah Gulen e, şandeka ragehandina Silêmaniyê bo wek Kurdistanî Nwê, Awêne û Livîn bo Stenbolê vexwendiye.

A+A-

Piştî alozbûna peywendiyên navbera Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Fethullah Gulen, tê pêşbînî kirin ku beşek ji wê milmilaneyê bigihe Herêma Kurdistanê û Cemaeta Gulen xwe nêzîkê dijberên rêkeftinên navbera hikûmeta Tirkiye û Kurdistanê bike.

HEWLÊR - Weqfa Fazîlet a Tirkiyê ku ser bi Cemaeta Fethullah Gulen e, şandeka ragehandina Silêmaniyê bo wek Kurdistanî Nwê, Awêne û Livîn bo Stenbolê vexwendiye. Mebesta vê vexwendinê jî ew e ku li Stenbolê beşdarî kongreyeke wê weqfê bikin. Ji Hewlêrê jî tenê radyoya Dewran hatiye vexwendin ku ser bi wê weqfê ye.

Di vê derbarê de çavdêrê siyasî bo karûbarê Tirkiyê Ziryan Rojhilatî ji rojnameya Basê re got: ‘’Piştî duberekî ket navbera Erdogan û Gulen, tê çaverêkirin ku Fethullah Gulen qonaxeke nû di karê xwe de li Tirkiye û Herêma Kurdistanê bide destpêkirin. Berê Tirkiyê zêdetir bi rêya dewletê destê xwe dixist nav karûbarê Herêma Kurdistanê, ew kar jî zêdetir bi rêya Cepheya Turkmenî ya İraqê û hinek partiyên Kurdistanî dihat kirin, lê piştî derketina wan pirsgirêkan qonaxeke din di hevkêşeya hevpeymanitiyê de dest pê dike.’‘

Rojhilatî wiha axifî: ‘’Niha li Herêma Kurdistanê zêdeyî 18 dibistan, zanîngeh û radyoyên Fethullah Gulen li Herêma Kurdistanê hene û dixwaze kanaleke televizyonê jî veke. Bêguman hatine hewqas dezgah û rêxistin ku qaşo karê olî dikin, ji ber wê rewşa ku ligel Erdogan qewimiye, eger heye ku qonaxeke din bide destpêkirin û ber bi berjewendiyên xwe ve bibe.’‘

Fethullah Gulen kesayetiyekî olî û siyasî yê Tirkiyê ye û çendîn sal e bi navê projeyên olî karê siyasî li Tirkiye û gelek welatên Îslamî dike. Dema 12’ê Îlona 1980’yî darbe li Tirkiyê çêbû Gulen piştgiriya darbeya leşkerî kir û destê xwe xist nav hikûmeta Tirkiyê. Sala 1994’ê projeyên Gulen gehiştin Başûrê Kurdistanê û niha li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Kerkûkê jî dibistan, zanîngeh û navendên wî yên ragehandinê hene.

 

Bu haber toplam 622 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.