• Diyarbakır5 °C
  • Batman-2 °C
  • Mardin1 °C
  • Bingöl-3 °C
  • Bitlis-5 °C
  • Elazığ2 °C
  • Erzincan-7 °C
  • Şanlıurfa8 °C
  • Erzurum-15 °C
  • Ağrı-2 °C
  • Gaziantep7 °C
  • Hakkari1 °C
  • Muş-6 °C
  • Siirt-1 °C
  • Van-3 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Gundê Elkê êdî gundê 'Sê Xwişk û Biraya' ye
11 Aralık 2013 Çarşamba 08:19

Gundê Elkê êdî gundê 'Sê Xwişk û Biraya' ye

Meclîsa Gel a gundê Elkê yê navçeya Şera ya Efrînê navê gund guhert û kirin gundê Sê Xwişk û Birayan.

EFRÎN - Di çarçoveya kar û xebatên meclîsa gundê Elkê ya Navçeya Şera yê Efrînê de Meclîsê navê gund guhert û kir gundê Sê Xwişk û Bira. Navê gund bi armanca rêzgirtin û bîranîna 3 şervanên YPG'ê yên ji gund û di berxwedana gundê Qestel Cindo ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê  jiyana xwe ji dest dabûn " Hîra, Ciwan û Welat" hate kirin. Endamên Meclîsa Gund tabloyek mezin ku wêneyê her 3 cangoriyan li ser bû û navê nû yê gund bi zimanê kurdî hatibû nivîsandin û di ketina gund danîn.

Der barê mijarê de Endamê Meclîsa gundê Sê Xwişk û Birayan Xelîl Elî got ku wan bi armanca rêzgirtin û bîranîna 3 şervanên YPG'ê Hîra, Ciwan û Welat navê gundê xwe guhertine. Elî, destnîşankir ku ew ê heta dawî li ser rêya şehîdan bimeşin.

Malbatên her 3 şervanên YPG'ê li ser biryara Meclîsa gund kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim