1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Hana Caf: Kurd û Meksîkî dişibin hev
Hana Caf: Kurd û Meksîkî dişibin hev

Hana Caf: Kurd û Meksîkî dişibin hev

Wekîla Wezareta Karûbarên Pernaberan a welatê Meksîkê ku keçeke Kurd a xelkê Germiyan a Başûrê Kurdistanê ye, ezmûna xebatên xwe di panelekê de pêşkêş kirin.

A+A-

GERMIYAN - Li salona werziş û ciwanan a bajarê Kelar panelek ji bo Wekîla Wezîrê Karûbarên Penaberan a Meksîkê, ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Werziş û Ciwanên Germiyan ve ji bo Hana Cafê hat sazkirin. Di panelê de Hana Caf qala ezmûna çend salên xwe di warê siyaset û kultura rewşenbîrî  de kir. Hana Caf di panelê de behsa hemû hewldanên bi hev nasandina herdu gelên Meksîkî û Kurd kir û got: ‘’Di gelek waran de Kurd û Meksîkî dişibin hev, bi taybetî ku malbat û peywendiyên malbatî ji bo herdu gelan girîng in.’‘ 

Ji aliyê Rêveberiya Kelarê ve ji Hana Caf hat xwestin ku hewl bide bajarê Kelarê wek deste xwîşka yek ji bajarên welatê Meksîkê binasîne û vê daxwaza wan bighîne gelê Meksîkê.

Caf ragehand ku îsal posteke din a hikûmetê werdigire û dibe wezîra ciwanan bo kar û barên civakî û bi şanazî qala wergirtina wî postî û Kurdbûna xwe kir. Herwiha ji ciwanên Kurd xwest bikevin pey wan tiştan ku armanca wan e û got: ‘‘Tenê bi rêya xwendinê em digihin hemû armancên xwe.’‘

Hana Caf ku niha Wekîla Wezîrê Karûbarê Penaberan a Meksîkê ye ji malbateke Begzadeyên eşîreta Caf a bajrê Kelar e û ji neviyên Seryas Dawûd Beg û Fetah Begê Mihemed Paşayê Caf e ku li gor hinek jêderên dîrokî Mihemed Paşayê Caf, damezrênerê keleha Şêrwane ya bajarê Kelarê ye.

Bu haber toplam 628 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.