• Diyarbakır4 °C
  • Batman-1 °C
  • Mardin6 °C
  • Bingöl-4 °C
  • Bitlis-4 °C
  • Elazığ2 °C
  • Erzincan-8 °C
  • Şanlıurfa9 °C
  • Erzurum-15 °C
  • Ağrı-7 °C
  • Gaziantep6 °C
  • Hakkari0 °C
  • Muş-5 °C
  • Siirt0 °C
  • Van-4 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hatina çekan ji welatên Rojava bo Iraqê berdewam e
27 Aralık 2013 Cuma 13:58

Hatina çekan ji welatên Rojava bo Iraqê berdewam e

Roj bo roj girêbestên kirrîna çekan ji aliyê hikûmeta Iraqê vê eşkere dibin û rokêt, çek û balafirên cor bi cor dighin destê Iraqê.

IRAK (Navenda Nûçeyan) - Rojnameya The New York Times a Amerîkî raportek belav kir ku tê de amaje dike ku Amerîka dest bi şandina çekên giran ji bo Iraqê kiriye.

Rojnameyê li ser zarê çend berpirsên payebilind ên Amerîkayê ragihandiye ku hefteya borî Amerîkayê 75 rokêt ji corê “Hellfire” radestî hikûmeta Iraqê kirin di çarçoveya girêbesteke kirrîna çekên giran de ku di sala 2012an de di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin.

Girêbesta ligel Amerîkayê bi qasî 2 milyar û 700 milyon dolaran e
Di sala 2012an de Iraqê girêbestek bi qasî 2 milyar û 700 milyon dolaran ligel Amerîkayê îmze kir ji bo kirrîna 36 balafirên F16.

Di Cotmeha 2013an de Ajansa Reutersê li ser zarê berpirsekî veguhastibû ku “di çarçoveya vê girêbestê de Iraqê di Cotmeha 2013an de 650 milyon dolar wek beşek ji qistên kirrîna wan balafiran daye Amerîkayê.”

Herwiha rojnameya The New York Times di jimara xwe ya duh pêncşemê de ragihand ku zêdeyê wan rokêtan dê di meha Adara sala 2014an de Amerîka çend balafirên bêpîlot ji Iraqê re bişîne.

Newyork Times destnîşan kir ku armanca Amerîkayê ji radestkirina van rokêt û balafiran encamdana operasyonan li ser stargehên çekdarên radîkal li navçeyên rojavayê Iraqê, bi taybetî çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ye.

Girêbesta ligel Rûsyayê bi qasî 4 milyar û 200 milyon dolaran e
Di 7ê Mijdara 2013an de û d çarçoveya girêbesteke kirrîna çekan de ku sala 2012an di navbera Moskova û Bexdayê de hatibû îmzekirin, çar helîkopterên şer ên Rûsî ji curê ‘M-35’ gihîştine destê hikûmeta Iraqê. 

Ev helîkopter di çarçoveya wê girêbestê de radestî hikûmeta Bexdayê hatine kirin ku par di navbera Iraq û Rûsyayê de hatibû îmzekirin. Li gorî girêbestê, Rûsya dê bi qasî 4.2 milyar dolar çek bifiroşe Iraqê. 

Herwiha li gorî vê girêbestê, Rûsya dê 40 helîkopterên şer ji her du curên M-35 û M-28 ên bi navê “nêçîrvanê şevê” tê naskirin, radestî Iraqê bike.
 
Girêbesta ligel Koreya Başûr bi qasî 1 milyar û 100 milyon dolaran e
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malîkî di 12 Kanûna 2013an de ragihandibû ku girêbestek bi qasî 1 milyar û 100 milyon dolaran ligel Wezîrê Pîşesaziya Serbazî yê Koreya Başûr îmza kirine, ji bo kirrîna 24 balafirên şer ji corê (T-50IQ). 

Li gorî wê girêbestê Koreya Başûr dê pîlotên Iraqî li ser vî corê balafiran perwerde bike û dê kel û pelên serbazî heta 20 salan ji bo Iraqê dabîn bike. 

Nûrî Malîkî di dema îmzekirina girêbestê de ragihand ku wan ev balafir ji bo mebesta perwerde û operasyonên serbazî yên navendî kirrîne. 

Herwiha di wê demê de Wezîrê Pîşesaziya Serbazî yê Koreya Başûr kêfxweşiya xwe derbarê vê girêbestê de ragihandibû û tekez kiribû ku dê welatê wî kar ji bo gihandina van balafiran bo Iraqê bike, da asman û xaka Iraqê bê parastin. 

Herêma Kurdistanê heta niha gellek caran nerazîbûna xwe li himberî kirrîna balafirên şer ji aliyê Iraqê ve nîşan daye.

Di 20ê Cotmeha sala 2012an de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şanda ronakbîr û şêwirmendên siyasî û akademiyên Iraqê civiyabû û gotarek pêşkêş kiribû ku tê de bal kişandibû ser kirrîna çekan û wiha gotibû: “Tirsa me ji xwe-pir-çek-kirinê tune ye, lêbelê tirsa me ji wê feraseta leşkerdariyê ye ku dixwaze kêşeyan bi bikaranîna çek çareser bike.”

Lê digel nerazîbûna Herêma Kurdistanê li ser kirrîna çekan ji aliyê Bexdayê ve, roj bi roj tê aşkere kirin ku çek ji Rûsyayê, Amerîkayê û Koreya Başûr radestî Iraqê tên kirin.

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim