HDP: Tansiyon dê bilindtir bibe

HDP: Tansiyon dê bilindtir bibe
Berdevkê HDPê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen, ragihand ku tişta niha li Parlamentoya Tirkiyê diqewime dîtina formulekê ye bo hilbijartinê û got: "Armanc avêtina HDPê ye ji parlamentoyê, lê emê li ser xwedîderketina demokrasî û aştiyê berdewam bin."

 

 


 

Ayhan Bîlgen, li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê mijarên di rojevê de nirxandin û bal kişand ser wan bûyerên ku li Parlamentoya Tirkiyê diqewimin. 

 

Bîlgen, da zanîn ku nîqaşên li ser destûra nû dê gelekî bi dijwarî berdewam bikin.

 

Derbarê şerê di civîna Komisyona Destûra Bingehîn de jî, Ayhan Bîlgen wiha axifî: "Wê rojê bi şev, wate rojekê berî civîna komisyonê, li gor xwe proveyek kirin. Hewldan me çavtirsandî bikin. Wiha fikirîn ku bi tirsandin, zext û guşarê dê nehêlin em rexne bikin û hemû tiştî wek xwe bikin, lê em qet serî natewînin."

 

Bîlgen, diyar kir ku di demên pêş de dê tansiyon bilindtir jî bibe û wiha axifî: 

 

"Dê ev bûyerên han wek deqeke reş bikevin dîroka Meclîsa Tirkiyê. Qonaxa dahatû dê tansiyon bilindtir bibe. Hêviya me ew e partiya desthilatdar (AKP) vê rewşê binirxîne û dest ji van xeletiyan berde."

 

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen, da zanîn ku tişta niha li Parlamentoya Tirkiyê diqewime dîtina formulekê ye bo hilbijartinê û got: "Armanc avêtina HDPê ye ji parlamentoyê, lê emê li ser xwedîderketina demokrasî û aştiyê berdewam bin."

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.