• Diyarbakır29 °C
  • Batman25 °C
  • Mardin27 °C
  • Bingöl24 °C
  • Bitlis26 °C
  • Elazığ25 °C
  • Erzincan24 °C
  • Şanlıurfa28 °C
  • Erzurum19 °C
  • Ağrı22 °C
  • Gaziantep24 °C
  • Hakkari22 °C
  • Muş25 °C
  • Siirt30 °C
  • Van20 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hefteya dahatû postên hikûmetê tên dabeş kirin
20 Aralık 2013 Cuma 12:04

Hefteya dahatû postên hikûmetê tên dabeş kirin

Endamekî şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo danûstandinên pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Kurdistanê ragehand ku hefteya dahatû civînên aliyên siyasî bo pêkanîna hikûmeta nû dest pê dikin.

HEWLÊR (Navenda Nûçeyan) - Endamê şanda danûstandinan a PDK’ê Dilşad Şehab, di dema vekirina rêveberiya ava derdora Hewlêrê de ji rojnamevanan re got: ‘’Emê hefteya dahatû dest bi danûstandinên ligel aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê bikin. Mebesta danûstandinên vê carê jî dabeşkirina postên hikûmetê ne.’‘

Dilşad Şehab wiha axifî: ‘’Heta niha hîç postek ne bo PDK’ê ne jî bo aliyên din nehatiye destnîşankirin, dabeşkirina postan ji herdu serokatiyên hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê dest pê dike û piştre postên wezaretan tên dabeş kirin.’‘

Şehab da zanîn ku gotûbêj li ser du qonaxan tên kirin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Yekem karê hevbeş ê aliyan û duyem jî çawahiya dabeşkirina postên hikûmetê. Herwiha PDK û Nêçîrvan Barzanî ne ligel wê yekê ne tenê ji bo aliyek cîh bigire postekî bidinê ku ne hêjayê wî postî be.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim