1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Helbestên Xizan Şîlan û berhema wî a nû
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Helbestên Xizan Şîlan û berhema wî a nû

A+A-

 

Analîz û rexnegiriya berhemên edebî, nivîskaran xurtir dike. Neynik e rexne. Mirov bi saya wan, pêşketin û xeletiyên xwe dibîne. Berhemê ji hêla ziman bilindtir û kurtir, mijarê xurtir, kêşera wê bi kelecantir dike. Alavên din ku berhemên edebî tekûz dikin dihêne bîra nivîskar. Pirtûk di nav nivîskar û rexnegir de pirekê, ji zaniyariya pirsê û hîsên hevbeş ava dike. Dostanî û baweriya bi êkûdu xurtir dike. Şêwir û tecrubeyên wan diêxe xizmeta berhemê.

Helbestvanê nasdar Xizan Şîlan, ji bo dîtina min derbarê berhema xwe a nû bi xwendevanên xwe re parveke, du hefte berê têksta kitêba xwe a li ber çapê da min. Min helbestên wî çend caran xwend û tebîniyên xwe nivîsî û dîtina xwe anî zimên.

Helbestên wî vê carê bi sebrê kemilîne. Bi dil, mêjî û hîsên xwe re baş şêwirî ye, ketiyê hesêp. Carna serî hilda ye, Xizan. Di helbestên wî de xuyanî dike grîn û nalîna peyvan. Dem tê helbest bandorê lê dike. Herdu bi kîn in, bi derd in û li Loqmanê Hekîmê xwe digerin.

Hosteyê bêjesaziyê ye, Xizan. Peyvên wî, mîna xelekên zencîrê, lib lib, niqût bi niqût, ber bi armancê tevdigerin, diherikin. Ji gotinên kur, pir wate û rengîn ava dike rêzên xwe. Dilê xwendevan, bi lêdana dilê xwe re, li evînê sor dike. Volkana dilê wî, li tixûbên însanetiyê radiweste, teqîn û eşek hevbeş dihêne pê. Şewata dil, rondikan dibarîne ji jana lehiya wê î ar û agir. Çav, hinark hetanî coka sîngê diperitîne û şopa xwe dihêle.

Bi pênûsa xwe wêneyan dikêşe Xizan, bi hunerek e bilind. Di dîmenên wî de, daxwaz, xewn û xeyalên me, ên min hene. Cî û war, xweza û mekanên mîna buhiştê, bi grîn û bi êş in. Derd û kulên ji xewê bêpar û herdem bi nalîn in, bi ziman dike. Ji êşa Memê Alan, Ferhad û Şêrînê ne şûştî ne, ew wêne. Deng, reng, armanc  û lehengiya ciwanên bê mirad, stiranên derbarê wan û hunera dengbêjiya çend sed salan, bandorê li dîmenan dike. Min, evîndaran û evîdarên zimanê kurdî bi helbestên xwe ve girê dide, Xizan. Dike heval, şirîkê derd û kulên xwe. Ji bo dermankirin û kewandina êş û kulan, li Loqmanê Hekîm digerîne. Ne ez, bihêlin, bila bêdengiya di dilê wî, dilê Xizanê mezin biaxive:

”De were bibe
stûna nav mala wêran bûyî
periya îlhama hestên sêwî
dermanê westîbûna çokên qerimî
melhema qêrînên gewriya şewitî
stargeha qefilandina canê cirifandî
lihêfa bêxewiya şevistanên newêrek
û bibe
şewqa fanûsa odeya tenêtiya min…”

Bu yazı toplam 936 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.