1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Helbestvan Aynûr Aras û ”Xemla Rondikan”
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Helbestvan Aynûr Aras û ”Xemla Rondikan”

A+A-

 

 

Dem hat, lêvên sor û awirên yarê, eşqa zaroktiyê, destpêka dema ciwantiyê ez êsîr dikirim. Hêstir bi hîsên ji dil, şêwra xwe li min dikirin yek. ”Sikran e”, gotin, ”serxweşê awirê yarê ye, aşiqê bejna zirav û tiyê lêvên sor e. Mecnûn bûye. Leyla, xezala serê çiya û ew seyidvan, anku evîndarê çavê wê. Di fikir de ketiyê bedewiya wê û bi beden, di newal û çiyan de li pey şopa yarê”, di domandin.

Pirtûka ”Xemla Rondikan” bû Hekîmê Lokmanê min. Ez li ber pêla xwe birim, helbestek jê. Min nikarîbû, çiqas wext girt nizanim, çend saet kişand nayê bîra min. Her cara li helbetsta ”qet naçe ji bîra min” dizîvirîm, şewata ser sînga min, talbûna qirikê û hêstirên çavan rê li min digirtin. Jan û êşa min ne ji ber eşqê bû. Bêdengî û nedana bersiva wê bû ku, jana wê îro jî pizotên êgir e û dişewetîne.

Helbesta ”qet naçe ji bîra min”, bersiv e. Banga eşqa keça kurd e, ku toreya xwe ji Meryem Xanê dirêjî Eyşe Şanê dibe. Heyranok e. Keç di heyranokan de, evîna dilê xwe eşkere dikin, êşa xwe dihênin zimên. Wêrek e, helwêsta wê. Eşqa wê mîna ava çemê Bûnisra zelal û pîroz e. Ji hîle, derew û xapandinê dur û şuştî ye:

”…te digot/ çav xezala min, gava tu çav û biriyên belek/ bi kilên Sibhanî dixemilînî, bi pêlên kiras û xeftanê qeytanî/ bejna narîn pêl bi pêl, di ser newqan de dihejînî/ bisk û temboliyan, di ser dêmên genimî de diqûrtîsînî/ xwîdana zer memikan, weke mîsk û emberê ji xwe diherikînî/ nava dilê min, wekî çûka serjêkirî dike pirpirînî…”

Gelo felek çi ye? Çend helbest, çend stiran li ser wê hatiye gotin, ne diyar e? Bûye bele li devê deriyên me. Niqteyekî reş e di rûpelên dîroka me. Ewrê reş e ji esmanê me safî nabe. Sedem û jêdera hemû êş û nexweşiyên me ye, felek.

Tarîf û binavkirina felekê ne hêsan e. Lê mirov bi saya helbesta Felekê baştir êş û brînên li pey xwe hiştiye, di nase. Helbest, dibe ziman û tercûmanê hîsên me. Axîn û nalîna dilê me, gazinên me ji felekê dihêne zimên:

”…te/ eş û şahiya min/ li hevdu kirin berdêlî, te ji min re çêkir/ dawetek e bi êş, li bûkaniya min kir/ kirasekî reş, ez mehr kirim/ li dîroka bext reş, felek…”

Di helbesta ”ez ê tofanekê rakim” de hîs û hest, serî hildidin û tên xezebê. Diaxifin, hîsên rabûne ser piyan. Hêla balkêş, tofan wek çalakiya jinê tê pê. Sedama rakirina tofanê û encama wê jî têra xwe bi kêşar e, balê dikşîne. Nimuneyên wiha di helbestan de kêm in. Ceribandinek taybetî û xweser e:

”Ez ê tofanekê rakim/ ji bayê hêrsa dilê xwe, Neh gerstêrkan/ bi çek û sîleh kim, refên baskan/ tev de ji xwe re qasid kim, Rawanên ewran/ bi zîn û pûsat kim, tofana dil/ li zengûyê siwar kim, çar qirnê dinyayê/ seran serê gerdûnê, agahdar kim...

Ez ê tofanekê rakim/ ji bayê hêrsa heja dilê xwe/ rengîn û bengînê deşt û zozan û çiyan/ ji xew şiyar kim rewil û retûlan/ bi ferman kim, mizgeft û merqedan/ bi selawat kim, temamî neyar û qirêjan/ wêran û talan kim, da ku/ hêrsa heja dilê xwe, li ser axa zêrîn/ peya û mêvan kim…”

Helbestek giranbuha, bi şewat û kur e, ”Arîna min”. Gotin têr nake, pêwîst e bê xwendin. Hîsên dayikê ji bo zarokê, xewn û xeyalên berî welidandinê û piştî jidayikbûnê dihêne zimên. Keserên dayik dikşîne, axaftinên pê re dike, stiran û çîrokên jê re dibêje, çawa bi zarokê re xewa şevan li xwe dibe, pê re digrî û bi kenê zarokê kêfxweş dibe, di helbestekê de aniye zimên:

”…çavkaniya taqeta çokên min, livandina te acara yekemîn/ qet naçe ji bîra min, te di zikê min de ez hêmbez dikirim, min di zikê xwe de te hêbez dikirî, di newala asê ya bê rê de, em ji hevdu re bûbûn dara jiyanê, teyrika ji dergaha qesra bihûştê roja re çavên xwe vekir li dinê hestên dayika te li hemberî, tev de zindiyên rûyê erdê hatine guhertinê, çavên te ji min re/ stêrkên şevreşa jiyanê ne, hêbez kirina te/ ji min re merhema dewsa xencerên bêbextan e, ax Arîna min/ dil narîna min, Bêhna te min mest dike/ rojên min ên reş tev de dike jibîr/ û jiyanê ji min re sor spî pembe û kesk dike…” Buhayê pirtûka Xemla Rondikan û nirxê wê bi analîzekê nikare bê fêm kirin. Divê bê xwendin. Bi sebir biçe cîhana helbestvan û xeyalên wê parveke. Şahidiyê ji wê evîna mezin, eşqa sînornenas, dilê bi kul û peyvên bilind bike. Mezinbûna jina kurd, bi hîsên evîndarî, egîdî, dayiktî û merdiyê bihûne.

Berhema helbestvana nasdar Aynûr Aras e, Xemla Rondikan. 136 rûpel in. Şêstûheft helbestên cewaz, bi kêşara xwe, mirov dide ber pêlên hibira xwe, li hemû demên jiyana mirov, rojên xweş, girî, êş û kêfê digerîne, dike mêvan. Bilindiya zimanê kurdî û xweşiya helbestê dihêne bîra mirov. Kitap, di Berfanbara 2012 an de, li Istanbulê di nav weşanên Ar de derketibû. Kesên bixwazin kitêbê bixwînin, dikarin ji e-posta wesanenar@hotmail.com bixwazin.

Me xwe gihand helbestvana hêja Aynûr Aras û wê bersiva pirsên me da. Fermo, em hevpeyvîna pê re pêşkêşî we dikin:

Dixwazim xwendevanên me te nas bikin. Aynûr Aras kî ye? Aynur Aras: Ji herêma Serhedê, bajarokê Qereyaziyê, gundê Mele Osman ne. Piştî dibistana sereke, li bajarokê xwe Qereyaziyê û metropolê turka xwendina xwe berdewam kir. Di sala 1993 an de li Swêdê bi cîh bû. Jiyana xwe li Swêdê didomine.

Helbestvaniya te, çi demê û çawa dest pê kir? Aynûr Aras: Ji dema ez berefemiyê xwe bûm û vir de, bi min re her rûheki nazik hebû. Pir rûheki hestiyar, her gava hestiyar bûma, min ji xwe re pêşî pel û pênûsek peyde dikir. Hestên xwe ên wê kêliyê dirijande ser rûpelê. Piştî ku Aram dibûm, min ew kaxiz diqelişand û diavêt.

Ew ne helbest, lê bêhtir hesten min dihanîn zimên. Hestên tevlihev ên biçûktiya temenê min bûn. Nivîsandin û qelişandinên rûpelan her berdewam dikirin, hetani sala 2007 an. Di 2007 an de min dest pê kir, bi rûtînî û tenê bi kurmancî nûsand û li ser helbestê kûr bûm.

Min, di 2010 an de biryar da ku helbestên xwe tomar bikim, bi hêviya rojekê çap bibin. Dawiya 2012 an de Xemla Rondikan derket.

Nêzîkbûna te li dinyê, welat, xweza, malbat û evîndarê dil, bi heskirinê ava bûne. Heskirin û eşqa dil, bandorek mezin li helbestên te dike. Çima? Çi ye eşq? Aynûr Aras: Belê, bi heskirinê ava bûne. Di her hevokek helbestê de, eşq heye, çi eşqa evînî, çi eşqa li xeribiyê(eşqa welat), eşqa xwezayê û eşqa humanî.

Eşq ava jiyana rûhê mirov e. Mirov bi kijan rengê eşqê dibe bila bibe, ew kesê ku dilê wê/wî ji eşqê dagirtî nebe, ew kes mîna darek a bê ber e. Ta di xwarin çêkirinê de jî hunera heskirinê heye.

Di helbestên te di zimanek bilind û hîsên pîroz têra xwe balkêş in. Girêdanek mezin ku dirêjî Meryem Xan û Eyşe Şanê dibe, xuyanî dike. Derd û kulên jina kurd, pirsgirêkên civakî û kula evînê piralî derdikevin pêş. Dîtina te çi ye? Aynûr Aras: Rast e, rûhê min de lirîkiya Eyşe Şan û Merhem Xanê heye. Belkî jî êş e a ku min bi ber bi deng û rûhê wan ve dikişîne. Di dengê herdûwan de jî eşq û êş, her êkûdu dihone. Ji bo min jî wiha; kesa/ê ku êşê nekişîne, nikare biafirîne!

 

Bu yazı toplam 873 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.