1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Helbestvan û dîroknasê baweriya kevnare Kamran Hedilî: Nasîna baweriya..
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Helbestvan û dîroknasê baweriya kevnare Kamran Hedilî: Nasîna baweriya..

A+A-

Kamran Simo Hedilî bi helbestên xwe tê nasîn. Lê kesên wî ji nêz ve nas dikin, bi qasî helbestên wî, ji lêkolîn û kurbûna wî derbarê baweriyên kevnare, bi taybetî ên li herêma Tora Evdînê, bi giştî ên kurda dinasin. Nivîsên wî derbarê heman mijarê belav bûne.

 

Divê helbestên wî jî bêne xwendin. Bi taybetî li ser evîna ji dil. Hîs û heskirina kur. Dilê mîna volkanek li ber peqînê ku mirov dibe cîhanek din. Giringiya hizkirina yarê, lê bi qasî wê, a mirovahî, xweza û welêt derdikeve pêş.

 

Hedilî, 1955 an li gundê Hedila bi ser Hezexê hatiye dinyê. Paşê li Batmanê bi cîh bûne. Mîna gelek kurda, di dema xortaniyê de tevlî karê siyasî bûye, hatiye girtin û tadeyî dîtiye. Di cûnta 1980 î de derbasî Rojavayê Kurdistan û Lubnanê bû. Ji terefî dewlata Surî ve tê girtin. Paşê diçe rojhilatê welêt û ji aliyê rejîma Îranê ve tê girtin. Tadeyî û îşkence lê tê kirin. Hedilî, endamê Yekîtiya Nivîskarên Swed û Pena Kurd a Navnetewî ye. Di rêvebariya Înstîtuya Kurdî li Stockholm ê dixebite. Nivîs, çîrok û helbestên wî, di rojname, kovar û malperan de hatine weşandin. Berhemên wî yên çapbûyî ev in: Lorîna pênûsê- helbest, Civata giyanan- kurteçîrok, Ji Enfalê şeveke bêsibe- destan, Min deng kuştin- helbest, Helbest çi ye- Lêkolîn li ser danasîna helbestê. Kîjan kulîlk çavên te ne- Helbest,  Babilîsok- roman, Pexemberê jibirbûyî Manî- roman, Dîlê xewnên xwe me- helbest, Berbanga êvarên mirî- helbest, Qêrîneke bêdeng Rindêxan- roman.

Me xwe gihand nivîskar Hedilî û pê re li ser xebatên wî axifîn. Fermo hevpeyvîna pê re...

 

- Sê niqte; helbestvanî, dîroka baweriya qedîm û lêkolîneriya li ser helbestê, aliyên te ên herî xurt in. Kitêbên te li ser van mijaran belav bûne. Pêxemberê jibîrçûyî, Manî kî ye?

Kamran Hedilî: Manî di çardehê Nîsana du sed û şazdehên (14. 04. 216) li bajarê Mêrdînê hatiye dinyayê. Bapîrên Manî ji paytexta Medan, Eqbatan (Hamadan) bi erkê leşkerî têne Mêrdînê. Navê bavê wî Patîg e û navê êla bavê wî, Xaskanî ye. Navê diya wî Marmarcan e û êla diya wî Kemengeran e.

Manî di bîst û şeş (26) saliya xwe de pêxemberiya xwe beyan dike. Manî, Newroza du sed û çil û duyan (242) ya piştî bûyîna Îsa, roja ku Şapûrê kurê Erdeşêrê Papak (Babak) bi fermî derbasî ser textê şahênşahan bûyî de, ola xwe beyan dike.

Erdeşêrê Papak (Babak) yê ku împaratoriya Sasanî damezirandî, bajarê Gundêşapûr dike bajarê pîroz. Tenê li bajarê Gundêşapûr, şahênşahan li roja Newrozê dikarîn Taca şahênşahan bigirin. Şahênşahan  yê berê di kîjan mehê de bimiriya jî, şahênşahan yê nû li hêviya Newrozê diman û di Newrozê de li bajarê Gundêşapûr yê pîroz bi fermî Taca şahênşahan digirtin. Şapûr ê yekem jî piştî bavê wî Erdeşêrê Papak dimirê, di roja Newroza du sed û çil û duyan de Taca xwe digire. Di wê roja ku bi Şapûr re ji çar aliyên împaratoriyê mirov hatibûne rê û resma Tac girtina şahênşahan, Manî pêxemberiya xwe beyan dike.

 

Manî heşt pirtûk nivîsandin e. Navên wan wisa ne: Sahberdan, Sendokujîne, Riya Rast, Olperestî, Veşartî, Nivista Gernasî, Şapûrîkan û Mizgîniya nû (Încîla nû). Ji bilî van pirtûkek wî ya şêwekariyê bi navê Arjeng heye. Xwestiya bi riya wêneyên di Arjengê de, bingeha baweriya ola rastî nîşanî her kesî bide. Gelek tiştên ku diviyabûn werin dîtin bi riya wêneyan di Arjeng de nîşan daye. Manî bi xwe dibêje: ´´Ez dizanim ku herkes nikare nivîs û pirtûkên min bixwînin. Lê herkes dikare li wêneyên di Arjengê de binêrin.´´

 

Manî ola xwe li ser prensîbên ola Zerdeşt, Buda û Îsa didêne. Ji Zerdeşt, bingehê başî û xirabiyê digire û ola xwe li ser bingeha bi ronîkirina nava xwe li dijî tariyê derketinê ava dike. Ji Buda, prensîbê ehlaqê nefsa xwe terbiyekirin, rastî, aqil, xwe bi xwe ronîkirin û bi vîn xwe ji xirabiyan dûr girtinê digire. Ji Îsa jî li dijî bê ehlaqiyê, ehlaqê paqij û aramiya mirovahiyê digire.

Manî baweriya van hersê pêxemberan digihîne hev û oleke nû beyan dike. Di ola Manî de neşêwekarî, nepeykersazî û nemûzikjenî neqedexene. Di mizgeftên wî de jin û mêr bihev re cem û nimêjên xwe dikin. Di bingeha ola wî de mirov heye.

Manî li sala du sed û heftê û şeşan (276) li bajarê Gundêşapûr bi fermana Bahremê kurê Şapûr bi êşkişandinê tê kuştin.

 

-Giringiya bîranîna baweriyên kevnare û lêkolînên derbarê wan çima giring e?

Kamran Hedilî: Berî hertiştî divê bêjim ku, gelên dîroka xwe û zanên dîroka xwe nizanibin û wan nasnekin dê nikaribin baş hatina xwe plan bikin. Ev ji bona hemû gelan wisa ye û ji bona kurdan sed carî zêdetir ev zanîn pêwîste. Ji ber ku dagîrkerên ku welatê kurdan dagîrkirine, ne tenê dewlemendiyên wan yên sererd û binerd dibin. Dîroka wan jî ji mêjiyê wan dişon û berevajî dikin. An jî lehengên kurdan ên dîrokî dikine malê xwe. Kurd pêşengên xwe yên siyasî, çandî û olî baş nas nakin. Bi naskirineke nîvco nas dikin. Heta dikarim bêjim ku, tenê navên wan bihîstine. Ew jî bi şaşî bihîstine. Ji ber ne ji nivîskarên xwe, lê ji nivîskarên biyanî bihîstine û bi nivîsên biyaniyan hatine nasandin. Kurd bi pêşengên xwe yên kevin nikarin serbilind bibin. Bi serbilindî nizanin bêjin ku em neviyên wan e. Bi sedan lehengên dîrokî yên kurdan hene ku, mohra xwe li dîrokê xistine û xizmeta pêşdebirina mirovahiyê kirine. Pewîste ku ev lehengên dîrokî bi destên dîrokzanên kurd werine nivîsandin û bi romanan bi çîrokan bi helbestan bi şêwekarî û bi filîmên sinemayî werine gotin. Da ku kurd bi serbilindî bêjin em neviyên wan e.     


-Lêkolîna te li ser mijara, Helbest çi ye, belav bû. Min kitêba te xwend. Di çarçoveya lêkolîna te û baweriya te, helbest çi ye?

Kamran Hedilî: Min ji bona ku zanibim bê helbest çi ye, pirtûkek nivîsand. Lê tu dixwazî ez bi çend hevokan bêjim. Ez dikarim bêjim: Helbest jiyan bi xwe ye. Ew, giyanê felsefê ye. Lorîna hestê û strana dil e. Lê ev kêm dimînin û nayê têgihiştin.


Ez dipirsim: Gelo danasîna helbestê dibe, an ne mimkun e ku were nasandin? Çawa mirov dikare helbestê bide naskirin? Sedem çi ye ku heta vê gavê helbest neketiye nav çarçova danasandineke bi tenê? Çima biqasî helbestên hatine nivîsandin, ewqasî jî danasîn hatine kirin? Gelo çima helbesteke sipehî û xurt dema ku em dixwînin, an jî em guhdar dikin, bandorê li me dike? Çawa me hestyar dike û bi dilxweşî me dibe cîhaneke din? Di hizirkirinê de rola wê çi ye? Çêja hestên helbesta ku bi rastî helbest be, zewqa estetîkî ku dide mirov, çima beşên çande yên din nadine mirov?

Wekî van pirsan gelek pirs hene ku besivên wan werin dayîn. Ez bi çend mînakên cuda danasîna helbestê bikin.

 

Helbest; avahiya bi kêmhevokan ava dibê û nivîsa ku hest û xeyalên mirov li ser mijarekê kilît dikê ye. Hunera dilvekirina peyvê, şadiya xeyalên ku di kûrahiya hevokan de ye. Zanîna nependî ya ku kêmasiyan vediguherê sipehîtiyê, ramana nazik û zimanê muzîkê ye. Helbest; ji aqil bûrîn û dûrbîna xeyalê ye.

 

Danasîn wisa diherikin û diçin. Lê geleki ne pêwîste ku mirov danasînan kit kitî bike û hemûyan di cihekî de rêzke. Danasîna helbestê bi asoya dîroka mirovahiyê re destpêkiri ye û dê heta mirovahî hebe jî helbest dê werê nivîsandin û danasînên nû werine kirin.

 

 -Çima kurd ewqasî bi sempatî û evîndarî nêzî helbestê dibin?

Kamran Hedilî: Ji ber ku dilê kurdan birîndare û helbest jî strana dil e, kurd wisa bi evîndarî nêzî helbestê dibin. Kurdan têkçûnên xwe, serkeftinên xwe bi stran û helbestê anîne ziman. Heta mirov dikarê bêje ku kurdan hemû niyaz û fermanên xwe yên olî jî bi helbestê anîne ziman. Mîneke balkêş, ya di yek ji olên kevinên cîhanê, ola kurdên Êzîdî de em dibînin. Qewlê afirandina dinyayê bi şêwê helbestê hatiye nivîsandin û heta roja me hatiye. Em li vî qewlê afirandina dinyayê binêrin.

Ya Rebî dinya hebû tarî

Tê da tunebûn mişk û marî

Te zindî kir taze halî...

Tu hostayê her tiştî

Behuşt çêkir renge bî

Erd û asîman tunebûn

Dinya fireh bê bin bû

Te xek saz kir…

 

Gelek helbestên bi vî şêweyî hatine nivîsandin û gotin hene.

 

- Dema tu helbestên duhî, ji dema Xanî, Feqî û îro dide ber hev, aliyên xurt û qels ên helbestvanan hene. Li ser vê pirsê dîtina te çiye?
Kamran Hedilî: Her dem, helbestvanên xwe yên serkeftî û nesekeftî diafirêne. Di serdema ku Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî heyîn û helbestên serkeftî nivîsandin de helbestvanên ku neserkeftîbûn û nekarin xwe bigihînine roja me jî hebûn.

 

Di roja me de jî helbestvanên ku helbestên xurt divinîsin hene û yên ku helbestên lewaz dinivîsin hene. Bi baweriya min helbesta kurdî ne gelekî lewaze û gelek helbestvanên ku helbesta xurt dinivîsin hene. Dema ez helbestên wan dixwînim, ez xurtiya helbestên wan dibînim û bi dilxweşî dixwînim. Lê li cem van helbestên bi çêj, gelek helbestên lewaz jî têne nivîsandin.

 

-Di helbestên te de evînî heye, hesret heye û girêdana bi cî û yarê heye. Heskirina sê tiştan û hunandina wan rengek guhertî didine helbestên te. Hilmek nû û bi tam e. Çima evîn, hesret û heskirina cî û yarê?

Kamran Hedilî: Hesret tiştekê ku ji zarokîtiya min ve bi min re ye û bawer dikim dê heta dawî jî bimîne. Ez zarok bûm, di welate xwe de bûme mişext. Bi vê mişextiya min re hesreta gundê min, konê xwe di nava min de vekir. Min hemû hevalên leyîstikên xwe bi cih hiştin û li bajêr hevalên nû naskirin. Lê ne hevalên leyistikan, hevalên kar û zahmetiyê bûn.

 

Li navbera zarokî û ciwaniyê, min sitema dagîrkeran naskir û li dijî wî serê hilda. Di vê serhildanê de cara duyem li welatê xwe bûme mişext û qaçax. Konê hesreta min mezintir bûn. Li vê qaçaxî û mişextiyê, hesreta heskiriyên min û azadiyê li hesreta gund û hesreta hevalên leyistikên min bar bû. Di dawî de necar mam ku evîna xwe bi cih bihêlim û her li wê bigerim. Barê evînê bû serbarê hesretê. Êdî ji kezkeza min dengê evînê jî tevlî dengê hesretê bû. Bi demê re evîn, hesret û hezkirin di giyanê min de bûne yek û bi hev re gih lorîn, gih bi hev re qêrîn, gih bi hev re koçber bûn û li cih û warê xwe geriyan. Heke bi kurtasî bêjim, helbesta min, jiyana min e. Ez jiyana xwe tînime ziman û wê dibêjim. Ez dixwazim bibime şahidê roja xwe û bûyarên roja xwe binivîsim.

 

Çarenivîs e ez di vê serdema ku di welatê me de hemû tişt têne guhartin anîme cîhanê û ez hewil didim ku van guhartinan di helbestê de bînime ziman. Ez bûme şahidê mirina bi sedan ciwanên bêtawan û bi sedan têkçûnên bêhngenî. Bi van re bûme şahidê serkeftinên hêja û dixwazim van serkeftin û têkçûnan di helbesta xwe de bi evîn, hesret û hezkirinê re bînime ziman. Bi helbestê bêhntengiya giyanê xwe, hinekî aram dikim. Helbest bûye mala aramiya giyanê min û bi helbestê êş, jan, şadî û xemgîniyên xwe tînime ziman.

 

Bu yazı toplam 989 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.