1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Helbestvan Xizan Şîlan û”Pêlên Bayê Felekê”
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Helbestvan Xizan Şîlan û”Pêlên Bayê Felekê”

A+A-

 

Rexnegiriya berhemên edebî, nivîskaran xurt dike. Neynik e rexne. Mirov bi saya wê xeletiyên xwe dibîne û pêş dikeve. Berhemê ji hêla ziman bilindtir û kurtir, mijarê xurtir, kêşera wê bi kelecantir dike. Alavên din ku berhemên edebî tekûz dikin, bibîr dihêne.

Berhem û rexneya derbarê wê, di nav nivîskar û rexnegir de pirekê, ji zaniyariya pirsê û hîsên hevbeş ava dike. Dostanî û baweriya bi êkûdu xurt dike. Şêwir û tecrubeyên wan diêxe xizmeta berhemê.

Helbestvanê qedirbilind Xizan Şîlan, ji bo dîtina min, derbarê ”Pêlên Bayê Felekê” bi xwendevanên xwe re parveke, berî bikeve ber çapê, da min. Min helbestên wî xwendin, tebîniyên xwe nivîsî û dîtina xwe anî zimên.

Du hefte berê pirtûk, bi pêşgotina min ji çapê derket. Birêz û hêja Şîlan, kitêba xwe îmze kir û nimuneyek diyarî min kir. Gelek spas.

Helbestên Şîlan, bi sebrê kemilîne. Bi dil, mêjî û hîsên xwe re baş şêwirî ye, ketiyê hesêp. Carna serî hilda ye. Grîn û nalînên peyvan di helbestên wî de xuyanî dikin. Dem tê, helbest, bandorê lê dike. Bi kîn e, bi derd e Şîlan û li Loqmanê Hekîmê xwe digere.

Hosteyê bêjesaziyê ye, Xizan. Peyvên wî, mîna xelekên zencîrê, lib lib, bo armancê tevdigerin. Ji gotinên kur, pir wate û rengîn ava dike rêzên xwe. Dilê xwendevan, bi lêdana dilê xwe re, li evînê sor dike. Volkana dilê wî, li tixûbên însanetiyê radiweste, teqîn û eşek hevbeş dihêne pê. Jana lehiya wê î ji ar û agir, dil dişewitîne û rondikan dibarîne. Çav, hinark hetanî coka sîngê diperitîne û şopa xwe dihêle.

Bi pênûsa xwe wêneyan dikêşe Xizan, bi hunerek e bilind. Di dîmenên wî de, daxwaz, xewn û xeyalên me, ên min û te hene. Cî û war, xweza û mekanên mîna buhiştê, bi grîn û bi êş in. Derd û kulên ji xewê bêpar û herdem bi nalîn in, bi ziman dike. Ji êşa Memê Alan, Ferhad û Şêrînê ne şûştî ne, ew wêne. Deng, reng, armanc û lehengiya ciwanên bê mirad, stiranên derbarê wan û hunera dengbêjiya çend sed salan, bandorê li dîmenan dikin. Evîdarên zimanê kurdî bi helbestên xwe ve girê dide. Dike heval, şirîkê derd û kulên xwe.

Ne ez, bihêlin, bila bêdengiya dilê Xizanê mezin biaxive:

”De were bibe
stûna nav mala wêran bûyî
periya îlhama hestên sêwî
dermanê westîbûna çokên qerimî
melhema qêrînên gewriya şewitî
stargeha qefilandina canê cirifandî
lihêfa bêxewiya şevistanên newêrek
û bibe
şewqa fanûsa odeya tenêtiya min…”

Bu yazı toplam 7535 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.