1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Helbestvanê nasdar Xizan Şîlan: Eşqa min sira sewdayake nependî ye
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Helbestvanê nasdar Xizan Şîlan: Eşqa min sira sewdayake nependî ye

A+A-

 

Helbest çiye, mepirsin! Ew bi xwe, di rêzên kurt, kur û bi wate bersiva xwe didin. Kêliya eşqa yekalî brinan di laşê mirovî de vedike, melhem e, dikewîne. Ji sohbeta can bi cananê re, stranek evîndariyê ye. Dema tenêbûnê, yar e, dêûbav, dost e, mirovî ji tariya reş û bîrên bê binî rizgar dike, derdixîne ronahiyê, bi hêvî û şîreta ronî û zindî dike. Wextê zilm û hovîtiyê, sînor nas nekir, kabûsên xewnên neyaran e. Carna çek û ber in, ji bêçaretiyê rizgar dikin. Gelek caran rûpelên dîrok, ziman, edebiyatê ne û çandekê ji nû ve vedijînin. Mepirsin helbest çiye, ew ê xwe bidin nasîn.


Di sohbeta xwe a vê care de, em ê bi helbestvan Xizan Şîlan re qise bikin. Ew ê qala helbestvaniya xwe bike. Emê çend ji helbestên wî pêşkêşî we bikin. Xizan Şîlan ji Kurdê Anadoliya navîn, Încovê (Cihanbeyli) ye. Niha li Swêdê dijî. Ji çardeh saliya xwe ve helbestan dinîvîsî ne. Çar kitêbên wî, “Xem û xeyal”, “Nameyek ji rinda min re”, “Pejnên laşê mirî” û “Axîna singe qelişî” derketine. Fermo sohbeta pê re…

 

Di helbetsên te de, xurtiya zimên û tema evînê derdikeve pêş. Tu ji Kurdê Anadoliya Navîn î, lê Kurdiya te kûr e. Qala têkiliya xwe û zimanê kurdî, zimanê wiha kûr û pêşketî ê edebî bike?

Xizan Şîlan: Belê, ez wisa dest bi bersivan bikim. Min di çardeh saliya xwe de dest bi nivisandina helbestan kiribû. Lê pir mixabin ku min bi tirkî dinivisandin, lewra zimanê kurdî qedexe bû. Zimanê perwerdehiyê bi tirkî bû. Kurmaciya min jî têrê nedikir ku ez bikaribim helbestên xwe bi kurdî binivisînim.

Ez di bist û du saliya xwe de derketim derveyî welat û hatim Almanyayê. Li wir gelek hevalên min ku ji Kurdistanê hatibûn, hebûn. Bi kurmaciyeke sade, zelal û xweşik diaxifîn. Min carna ji sohbet û guftûgoyên wan hevalan zehmetî dikişand, hinek gotin fahm dikirin û hinek jî fahm nedikirin. Min bîryar da ku ez xwe fêrî kurdiyeke baş û geş bikim. Min di demeke kurt de HAWARa Mîr Celadet Elî Bedîrxan peyda kir û ew, çar caran xitim kir. Her wiha, bi zimanê kurdî gelek kovar, çîrok, pexşan, hêkaye û helbest xwendin. Êdî zimanê min hêdî hêdî bi pêş ve diçû, xurt dibû.  

 

Min li Almanyayê dest bi nivisandina helbestên kurdî kiribû. Piştî şeş salan ez vegeriyam welat. Sê salan li wir mam, ez dîsa derketim derveyî welat û hatim Swêd, li bajarê Stockholmê bi cîh bûm. Ez niha li welatê xerîbiyê, bi kefa destê giyanê xwe tovên kulîlka helbestên rengîn li ser mêrg û çîmenên sîngê laşê xwe parçe parçe direşînim û dipişkivînim.
 

“… dergehên keleha sing û berê xwe
ji stûxwariya lome
û gazinên min re veke
ez
li ser mîndera qedîfe
ya koşka bejn û bala te
rûnim
nameya kurteçîroka xwe
diyarî neynika ode
ya te
ya diltenik bikim”

 

Çima di helbestên te de evîndarî derdikeve pêş?

Xizan Şîlan: Eşqa min sira sewdayake nependî ye, veşartî ye. Li şevistanên kor, bi rîsê teşiya sebira xwe evîna jankêş dirêsim. Di xewn û xeyalên perîşan de û mîna gerokê li çolistanan derbider bûyî li rinda xwe digerim. Bi salan e ku di westîbûna temenê xwe de, li tenêtiya kambax û li koretariya şevên xewle bi pozê pênûsê xwe yê zengarî helbestên ker û lal li ser dilbera xwe dinivisînim. Di xweşikiya bejn û bala rindekê de, di melûliya awirên dilberêkê de, di xweşsohbeta xezaleke lêvhingivî de kezeb û gurçik li min dihelin û ez sermest dibim. Dilê min yê rezîl her gav li nav agirê eşqa birîndar diperpite û dişewite.


Di helbestên min de ne tenê eşq heye. Êşa salên wêranbûyî, kul û keder, bêrîkirin, azadî, serhildan, felsefe, qêrîn û hawar, hesreta welat, feryad û fîxana dayikan û bîranînên mişextbûyî jî bi peyvên tazî, bi hevokên tevizî û bi zimanekî lihevgeriyayî dihûnim û dixemilînim. Ez gelek caran li nav pêlên deryaya raman û hestên kûr avjeniyê dikim û coşa kaniya helbestên xwe ber bi keskesora aso ve diherikînim.

 

“… were rindika bêwijdan
bayê nalînên min bibihîze
bi hîqehîqa kenê xwe
jana hestiyê parsûyên min rawestîne

girîyê min
bi qefesa sîngê xwe aşt bike
ji şadiya xwe dilopeke dilşad bide min
bi xunava ramûsanên nazdar
agirpijên hinav vemirîne
brîna xençera tûj
bi tîrêjên roniya heyva çerdehşevî bikewîne
di êş û jana eşqa min de
gerdûn qelişî
erd lerizî
derya keliya
û stêrk vemirîn
êdî bes e
were
…”

“Axîna Sîngê Qelişî” li welat çap kirin û belav bû. Nêzîkbûna xwendevanan derbarê helbetsên te çawa bû?

Şilan Xîzan: Belê, pirtûkên ku min li vir (Stockholm) çapkirinî kete destê xwendevanan, lê zêde belav nebûn. Pirtûka min ya bi navê “Axîna sîngê qelişî” li Stembolê ji aliyê weşanxaneya ARÊ ve çapbûyî, zêde li welat belav bû. Gihîşte destê xwendevanan.

Ez dikarim bêjim ku ji aliyê xwendevanan ve aleqeyek mezin ji helbestên min re heye. Ez di derbarê helbestên xwe de peyamên erênî werdigirim. Ev jî kêfxweşiyeke ji bo min… 

 

“ … ez
ne jiyam

ne jî mirim

di wêraniya zaroktiya xwe de
derbeder im

Cîhan penihî dilê min

ez

li ser axa welatê xwe

hê penaber im

dem û heyam
di rûyê ciwaniya min de
kal û pîr bûn
pêşeroj
di qilfa gumaneke tehl de

digindire

li nav okyanûsê
giravek bêkes im…”


Zimanê te xurt e. Helbestên te gelek tabloyên rengîn pêşkêşî xwendevanan dike. Ez bawer im, çar kitêbên te yên helbestan belav bûne. Roman tune, bêhtir helbestan dinîvisî, Çima?

Xizan Şîlan: Ji bilî helbestan tu xebateke min ya din nîne. Di navbera çar dîwarên zîndana odeya xwe de, bi saya neynokên xweşbînî û sebira derwêşên çolûbeyaran, ji bo pêşerojê hêviyan dikolim û perdeya sînorên rûreşiyê vediçirînim. Ez di neynika helbestan de li xwe digerim, li xwe vedigerim, xwe dibînim û bi pêpelokên giyanê xwe ber bi asta fezîletê ve hildikişim.

Ez her şev di hembêza bêxewiya jana mirinê de bi ferişteyên dojehê yên serxweş re direqisim. Ez him bi ferişteyan re dans dikim, him jî di sergêjiya xwe de li dor helbestê semahê digerînim. Di semaha xwe de him helbestên kulek diafirînim û him jî di derûniya xwe de nefsbiçûkî, dilpakî û erdembûna xwe kifş dikim. Sifreya xweşbînî, dilovanî, hezkirin, şadî, bextewarî, hurmet û rûmetê li ber herkesî radixim û bi xwendevanên xwe re parve dikim.

 

 

Bu yazı toplam 833 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.