1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Helbetsvanê Suryanî Nuri Gunel: Helbestên bi eşqa ji dil barkirî bi tam
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Helbetsvanê Suryanî Nuri Gunel: Helbestên bi eşqa ji dil barkirî bi tam

A+A-

 

Helbestên Suryaniyan hilma xwe ji dîroka kevnare digrin. Dirêjî Gilgamêş dibin. Ji destan û çîrokên bi zimanê Îsayê Meyremayê, nazikî û kurahiya xwe distînin. Hezkirin û evîndariya ji dil tesîrê lê dike. Evîndariyê de, nirxê cananê herdem bilind e. Bi fermanên kitêba pîroz Încîlê û exlaqê Mesîh, dilgirêdana hetanî mirinê dihênin pê. Sevdayê bilindtir dikin. Girêdana bi êkûdu xurtir dibe û tê roja me. Helbest rengek modern û bi şopên klasîk derdikeve pêşberî xwendevanên xwe.

Bi sebir in helbestavên Suryaniyan. Mîna eşqa bi naz e, helbestên wan. Wext digre, heta evîn bibe du alî, helbest rengê xwe jê bigre. Evîndariya wan bilind bibe bi wext re, bi awirên çawan, lêvên tî û helbestvan bi dizî dibe şahidên evîndaran. Carna bi naz e canan, ne tê dîtin, ji hemêzkirin û ramûsanekê ne amade ye û helbestvan dibê pila dilê herduwan, tercumaniyê ji hîsên wan re dike.

Tu cana min
tu stranek evîndariyê
di dilê evîndaran
ji lêvên dilbikulan dirêjê
bi awazên wê re
mîna çîrokên hezar û sed şevî
û bi evîna dilêm sotandî
heta mirinê
ez ê pê re binalim
û ristên nû lê zêde bikim…

Helbetsvanê Suryanî Nuri Gunel, bi helbestên xwe li ser evîndarî û hesreta xerîbiyê û welêt tê nasîn. Di medya civakî de, pir tê xwendin. Gunel, bi eslê xwe ji Tora Evdînê, Keferzê, gundek ji ê Midyadê ye. Pişta xwendina navîn, dibistanê bi cî dihêle û li Amedê li tesîsên Natoyê dixebite. Paşê li Almanyayê bicîh dibe. Bi teqawîta xwe re, jiyana Europayê bi cî dihêle û tê Amedê. Niha li wir dijî. Me xwe gihand wî û em pê re, li ser helbestên wî, eşqa kur û hesreta welêt axifîn.

Çi demê nivîsîna helbestan dest pê kir? Ji kerema xwe qala helbesta xweyî pêşî bike…
Nuri Gunel:
Navê helbesta minî pêşî ”Meçhul” bû. Min di sala 1981 î de li Almanyayê nîvîsî bû. Bêhtir nakokiyên civakî dihanî zimên. Pirsgirêkên ”welatê nû” hemêz dikir. Ez demekê baş bi nivîsîna helbestan mijûl bûm. Paşê, giraniya xebatên min li ser muzîkê ket navbêrê.  Hetanî sala 2010 an wiha domiya. Lê herdem, nivîsîn û cihê helbestê di dilê min de bû. Êdî, min fêm kir ku, ez nema karim rê li pêşiya hîsên ku bû mîna lehiyekê, bigrim. Bi xurtî li nivîsîna helbestan vegeriyam.

Helbestên te de, evîndarî bi hîsên pir kur û zimanek bilind tê zimên. Çima? Hinekî qala helbest û evîndariya xwe bike…
Nuri Gunel:
Bê evîndarî, eqşa ji dil, bêmiradî, hesret û hîsên zindî, helbest nayê rayê. Eşqa ji dil û bi dil, dikare wê hîsa bilind îfade bike. Ev hîs û êşa evînê ku bi mirov re diçe heta gorê, helbestê zindî dike û hilma însanî didiyê. Lewra eşq hîsek însanî ye, ew hîs, bi evîndariya ji dil xwe dide der. Dibe helbest, çîrok ji roman û fîlman re.

Dema biçûkbûnê bi dawî bû û ciwantiyê dest pê kir, ez aşiqî dîlberekê bibûm. Bi heft dilan, dil ketimê de. Miradê me tev nebû. Çend havîn û çend çile di ser ve derbas bûn, ez nizanim. Ez zewicîm û evînê jî wiha. Belê, piştî ewqas û dem û sal derbas bûn, li deverekê liqayî hev bûn. Volkana dilê min ku min, vemirî dihejmart, razayî derket. Min fêm kir ku, jibîrkirina eşqa pêşî ne hêsan e. Em herdu jî zewicî bûn. Adet û tore, bawerî û bêşensiyê, di nav me de, çiyayên bilind, bi newalên kur lêkiribûn. Tenê peyv mabû û hîs dibû zimanê dil. Pênûsê derdê min dihanî zimên. Piştî dîna wê, êdî helbest bûn sebra min.

Yarê
min xwest te jibîr bikim
xweliya ji bîranînan maye
bikim goristan
tê de bi cîh bikim
nebû
min nikarî bû
sevda te bedena min rapêçabû
dest hatibûn girêdan
di şûna te te de yara min
her roj
ji nû ve dibim qûrban…

Hilma hesretê ji helbestên te difure. Bêriya welêt, axa lê mezin bûye, mirovên li wir dijîn û xweza, tev tê de cî digre. Mîna gelek helbestvanê Suryaniyan, tu jî helbetsên xwe derbarê bêrîkirinê, bi evînê dikemilînî. Tu dikarî qala vê hereta xwe ji me re bikî?
Nuri Gunel:
Belê. Mirov bi erd, cîh, çand û zimanê xwe heye, bihêz e.

Piştî derketina derveyî welêt, hesreta welêt, cîh û axa ez lê mezin bûm, nas û dostan, mirovên wir di dilê min de bû. Bêrîkirin û hesret di helbestan de dihatin zimên, lê ez bi xwe jî di nava wan peyvan de, di helbestê de bûm. Min nema debar kir û ez li cî û welatê bav û kalên xwe zivîrim. Niha êş sivik bûye, lê bandora wê êşê di hemû azayên laşê min de, hêdî hêdî xwe dide der.

Ez gelekî hez ji axa welatê xwe a sor û reş dikim. Tevayê însanên vî cihî dikim. Ji bo min, ji zêr û yakudê jî bi nirxtir in. Ev girêdan û hezkirina min hetanî mirinê jî wê bidome. Hezkirin wê tevlî axa gora min bibe û bibe kulîlk, bêhna dostaniyê û hezkirinê belav bike.

Reng û baweriyên welatê min, Kurd, Suryanî, Ezdî gelek êş dîtine, kişandine. Di nav mecalên kêm û jiyanek dijwar, mîna duhî îro jî, dijîn. Bi derdê wan re dijîm û êşa wan di dilê xwe hîs dikim. Ez jî niha bi wan re me, heman êşê dikşînim. Eger bibe qismet, dewr bê guhertin, şertên baştir werin pê, ez dixwazim roja xweşiya wan jî li nik wan bim, bi wan re bikenim, kêfê parvekim.

Evîna hezkirina min, weke helbestvanekî Suryanî, ev e. Sira vê, heskirin e. Girêdan e.

Di berbanga piştî şeva kor û tarî
qêrînî û axîna ji Nînovayê bilind dibû
dikir lehî ji hêstirên dayikan
çiyayên Colemêrgê li ber xwe dibir
tevlî Zêyê Mezin dibû
çav û dilê minî bûye gol ji hêstirên xwînî
ava wê sorereş dikir…

Em helbestên we bi saya medya civakî dixwînin. Pir tên xwendin û belavkirin. Niyeta te û berhevkirina wan di kitêban de heye, an na?
Nuri Gunel:
Belê, planek minî wiha heye. Ez li ser wan kar dikim. Ez dixwazim wan di pirtûkan de bicivînim. Bêhtir bi turkî ne. Ez dixwazim helbestên min, li Amedê, bajarê kevnare, di nav xelk û baweriyên jê hez dikim, bi kurdî jî bêne xwendin. Lewra ji bo wergêra wan, li benda hevkariya dostên mîna we me…

 

 

 

Bu yazı toplam 898 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.