ŞERİF KAPLAN

ŞERİF KAPLAN

Köşe yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

HELEBÇE

A+A-

Helebçe me ez...

Helebçe me ez, rûyê dîroka reş

cihê ku zeman lê digrî

Helebçe me ez cihê ku mirovatî lê hatiye fetisandin

Helebçe me ez cihê lê hun jî bi min re hatin kuştin

cihê ku we li min mêze dikir û bê nefes diman

bê kes bûm bê xwedî

Celadan ferman derxistibûn

komkujîya min, mirina min bû lewra

bê kes bûm bê xedî, ne tu kesî bihîst ne jî dît...

ez zarokekî biçûk bûm

car carna di hembêza dayîka xwe de

car carna li ser destê bavê xwe

di kolanan de, li ber derî, di riyan de

zikê birçî, lingên pêxwas

bê nefes mam

dû re di sûretekî de hatim nîşankirin

qet mezin nebûm

Helebçe me ez...

Seranser bi bêhna Xerdalé hatim boyaxkirin...

Zîlan, Amed, Dêrsim bûm, wek duh...

Dû re bûm sî û sê gule, bûm Roboskî, Şengal, Kobanê...

Ez Helebçe me, ku di hembêza dayîka xwe de, di wêneyekê de hatim nîşankirin.

Hatin, ji dûr ve, pir ji dûr ve, "çûkê" pir pir mezin, difiriyan, dû re bi bêhna Xerdal û Sêvan rûyê me boyax kirin.

Min hawar kir lê tu kesî dengê min nebihîst, tu kesî. Dû re ez giriyam ji xwe re, bi dengekî gelek hêdî min got „dayé, dayé" lê mixabin dayîka min jî dengê min nebihîst, dît ku ez dê bikevim erdê, ji ber ez neyşim, bi her du destên xwe ez hembêz kirim...

Li aliyekî din bavê min bi lerz direviya, li pişt wî jî bêhna Xerdal û Sêvan. Li alieykî ez aliyê din xuşka min... ji bo canê me neyşê, ciyê ku emê je ber bêhna Xerdal û Sêvan bikevin erdê bi hêstirên çavên xwe av dida...

Ez biçûk bûm, hîn pir biçûk, çend rojî...

Reviyam...

Ez, xuşka min, dayîka min, bavê min...

Li pişt me bêhna Xerdal û Sêvan hîn zûtir direviyan. Bavê min li dayîka min mêze kir „hîn zûtir birevin, ezê bi sakoyê xwe wan hinek belav bikim, ku neghîjin we" got û milê xwe ji sakoyê xwe derxist, bi sukura sakoyê xwu girt û wek pervana aşekî ba li ba kir... bi bêhna Xerdal û Sevên re ket şer...

Nebû...

Dû  re, hîn me nuh dest bi revê kiribû ku, bêhna me çikiya. Bêhna wan Sêvan heya ev rojê ku min nas dikir nedişibiya ye. Dem bi dem em bê bêhn diman. Cara yekemîn ku minê ev bêhna nas bikira. Ku, min çiqas pir ji bêhnkirin û xwarina Sêva bi şekir hez dikir.

Em hîna nuh gihîştibûn cem mala apê min, dara çend gav ji dîwar dûr, hîna me nuh çend gav derbaz kiribûn, diya min bê nefes ma û tilpekî bû...

Bavê min destê xwe yê vala dirêjî min kir û hêdîka ez danîm ber stara kevirekî û xwe ji min re kir çeper...

Dû re em wilo man... di wêneyekê de wek di xewek giran de...

Hûn mezin bûn, em di wê wêneyê de wek wê rojê man.

Êdî min tu car Sêva bi şekir nexwar, lîstok nelîst û ji çamûrê pêlîstok çênekirin...

Ger em nehatana kuştin em dê jî wek we 26 sal mezin bibûna...

 

 

Bu yazı toplam 987 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.