1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Helwêsta aştîxwaziyê ji dewlet û PKK ê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Helwêsta aştîxwaziyê ji dewlet û PKK ê

A+A-

Çiye, helwêsta aştîxwaziyê? Gelo, çima bi fikir û helwêsta xwe, kesên mîna me bi karê mafê mirovan mijûl in, aştiyê dixwazin? Ez ê hewil bidim, dîtîna xwe li ser van pirsan bihênim zimên.

Fikir û helwêst, du çalakiyên cewaz in.

Fikir di mêjî de ye. Di dil de ye. Mûmkûn e formê xwe ê dawî negirtibe. Şiklê xwe girtibe jî, nehatibe parvekirin. Fikir belav bibe jî, nayê wê wateyê ku, xwediyê fikir, ji bo cîhanîna fikrên xwe, bibe xwedî helwêst. An bo cîhanîna wê, fizîkî dîtina xwe bihêne zimên, gavê bavêje û bixebite.
Fikir, li hundir, di nava xwe de, aktîv e. Lê ne helwêst e.

Helwêst, biryara bicîhanîna fikir e, ji destpêkê heta encamê didome. Ji bo bidestxistina encamekê bi dilê xwe, an nêzî wê, bilind kirina deng e. Eşkere kirina fikir e û biryara xebata ji bo wê ye. Ji bo pêkanîna armancê, gav avêtinek bi wêrek e, xwedîderketin û parastina fikrê xwe ye. Weke helwêsta ronakbîrî car cara binav dikin. Li gel an dij, bi xeter an bê xeter, mirov ji kesên din vediqetîne. Ne bêdeng e, bêhtir piştgirê heqiyê ye. Di civatan de, kesên xwedî helwêst nebin, guhertin û reform nabin. Bi taybetî, civat û siyaset, bi ronakbîrên wiha xwedî helwêst, bihêz bûne, pêş de çûne. Bi aliyên xwe rast an şaş, herdem bûne cihê niqaşan. Helwêstên wiha, fikir û mîrasên giranbuha li du xwe hiştiye.

Kesên mîna me ku, ji hêla meslek, karê siyasî, aborî û civakî xwedî tecrube ne, yekser bi karê polîtîk mijûl nabin, mafê şerê çekdarî, netewî, ziman, çand, eqeliyat û baweriyê fêm dikin, lê ji bo pirsgirêkên siyasî bi riya diyalogê çareser bibin, pêşî, pêk hatina aramiyê û durketina ji şîdetê giring dibînin. Heta aramî û aştî neyê pê, alîyek, bi xesar an fêde, fedekariyê neke, bi şer, herdu alî wê xesarên mezin bibînin. Problem bêhtir û neyartiya her du aliyan wê kurtir bibe. Pêla tadeyê wê berê xwe bide mirovên sivîl, jin, zarok, pîr û kal an. Ji aliyê aborî ve qelsbûn were rojevê. Lewra, biryara aştiyê, dema pêwîst be û wextê wê hatibe, bi qasî biryardayîna şerê azadiyê, bi nirx e.

Li welatê me, aştîxwazî ne karek e hêsan e. Dikare rapor, helwêst û çavdêriya wan şaş, biyanî, siyasî û yekser, ku bandorên neyênî li biryarên siyasî û hiqûqî dike û mudaxela nav karê hêzên siyasî û dewletê dike, bê dîtin û hejmartin. Lewra, sempatiya ji bo kes û saziyên mafê mirovan, ne zêde ye. Ji bo bêdengkirina aktîvîstên mafê mirovan, dewlet an hêzên siyasî, çûn û hatina wan bi sînor dikin, dixin bin taqîbat û tehdîtê, endamên wan digrin, dixin hepsê, îşkence û winda kirin dibe para wan.

Erê bi qasî neheqî li me dibe û heskirina me ne gelek be jî, em roj bi roj bihêz dibin. Baştir tên fêmkirin. Hevalbendên me bi milyonan hene. Saziyên însanî ên serbixwe li Cîhanê zêde dibin. Dadgehên navdewletî û gelek ji rêvebirên welatên pêşketî li me guhdarî dikin. Pirsa rêzgirtina mafê mirovan, bi taybetî jin û zarokan pêş de diçe. Dewlet, darvekirina mirovan kêmtir dike. Mudaxeleya li dijî îşkencê, encamên erênî distîne.

Sazî û xebatkarên mafê mirovan, neynika rejîm û partiyên siyasî ji hêla demokrasî û mafê mirovan in. Çiqasî hûn neynikê, ji qirêja lîstikên siyasî dur û pak bigrin, ewqasî wê biçirise, wêneyên xwe zelal nîşan bide, rastiyan bihêne zimên û civatê ronî bike.

Mîna gelek welatan, li welatê me jî, dengê xwestina aştiyê bilind dibe, daxwaziya aştiyê û çareseriya bi diyalogê, dengê me bihêztir dike. Mafê kurda heq e, ji bo wê şer dibe. Lê ji bo çaraseriya pirsê bi guftugoyê, dema aştiyê hatiye, pêwîstî bi aramiyê heye. Û Aştî kilîla wê ye.

Di vê çarçoveyê de, daxwaziya me ji hêzên netewî li bakurê welêt, bi taybetî PKK ê û partiya legal HDP ê ev e: Aştî kilîl be, divê em şens bidin dengê aştîxwazan. Da ku deriyê aştiyê li ruwê me vebin.

Belê mafê me wek hemwelatî heye ku, em bi giştî zextê deynin ser hêzên kurda, bi taybetî jî PKK û HDP ê, ji bo giraniyê bidin çaraseriyên bi riya hevdîtin û aştiyê. Lê em zanin ku ev têr nakin. Divê dewlet jî, pirsa kurd meke, pirsa hilbijartin û deng girtinê. Pêwîst e brîna kur, bi riyên însanî bê çareserkirin û dewlet jî gava bavêje. Tevlî agirbestê bibe. Ji ber ku bi dirêjî, agirbesta yek alî, çareseriyê peyde nake.

 

Bu yazı toplam 792 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.