1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Helwêsta netewî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Helwêsta netewî

A+A-

Hetanî berî niha bi demek e kin, beşek ji niqaşên medya kurdî û ya biyanî li ser rewşa erênî ya pêşketinên li Kurdistanê bûn. Qala avabûna dewletek Kurda dikirin. Referandûma li başur, pêşketinên kantonên li rojava û qonaxa aştiyê li bakur hêvî û heyecanek mezin dida. Pêşketinên li herêmê û niqaşên medya, ji aliyê gelek welatan û yên cînar ve dihat dîtin û şopandin.

Di heman demê de çend bûyerên giring dibûn:

1. Di Hezîrana 2014 an de, Îran û Turkiyê ji bo peymanek stratejîk dest dane hev. Rêvebirên istixbaratê û hejmarek ji wezaretên giring yên herdu dewletan, pêşî li Îranê paşê li Turkiyê li ser bendên peymanê xebitîn û pejirandin. Pirs, di medya Turkiyê û Îranê de bû cihê niqaşê.

Tecrûbeyên netewa me ji peymanên mîna Sadabadê hebû. Mafê me Kurda jî, lê hûrbûn, nêrîn û nêzîkbûna bi şik û şuphe li peymanê hebû. Lê mixabin e ku, lihevkirina wan ya nû bala me Kurda zêde nekişand.

2. Di Gulana 2014 an de, Turkiyê, qanûnek giring ya hêza îstixbaratê da guhertin. Guhertina qanûnê, bi hêsankirin û sûdgirtina qonaxa aştiyê di nav hêza PKK û dewleta Turkiyê ve hate girêdan. Qanûn mecalê dide hêzên îstixbaratê ku, bêyî tirsa hesap dayîn û dadgehkirinê, li xelkê guhdarî bikin, li ser navê dewletê, li welêt û derveyî welêt xebatê bikin. Guhertin, rê li ber medya û dadgêran, ji bo raçavkirin, lêkolîn û lêpirsînên li dijî endamên îstixbaratê, dide girtin. Berpirsên îstixbaratê, serokwezîr (serekomar) tê nîşandan.

Helwêst û kirinên îstixbaratê ya li dijî bidestxistin û serkevtinên Kurda, diyar e. Ev rastî nehat dîtin. Nûnerên Kurda di parlamentoya Turkiyê de û organîzasyonên netewî, li dijî guhertina qanûnê muxalefetek xurt nekirin. Li ser pirsê lêkolîn û niqaşên pêwîst nebûn.

3. Şik û şupheyên hene diyar dike ku, hêzên Malîkî, li ser xeta Musilê çavên xwe ji hêzên "DI"yê-Dewleta Îslamî re girtin. Leşkerên "DI"yê ketin Musilê û çekên dewletê yên giran bidest xistin. Êrîşî devera Ezdiya kirin. 

Qelsiyek cidî ji awira perwerdekirina pêşmergeyan derket holê. Her wisa ji aliyê çek, ewlekarî û istixbaratê jî kêmasî hebûn. Ne tenê devera Ezdiya, lê belê parastina Hewlêrê jî dibû cihê niqaşê.

4. Li bakur qedexekirina dibistanên Kurdî, hişkbûna wezareta navxweyî li Turkiyê li dijî Kurda, ne beşek ji planê, lê mîna pirsgirêkek nû tê nîşandan.

Encam: Niqaş û hêviyên dewletek serbixwe ma carek e din. Kurda, dîsa di parlamentoya Iraqê de cî girt. Eşkere an sergirtî, alîkarî û piştgiriya "DI"yê tê kirin. Li bakur qonaxa aştiyê, li başur sînorên Herêma Kurdistanê û li rojava kantonên azad xistine bin êrîş û tehdîdê. Kurdistan, ji sê aliyan ve kirin qada şer. Kurd, li ser xaka xwe, dîsa hatin qirkirin, bûne koçber û penaber.

Neyarên Kurda di tedbîrên xwe de, yek bi yek, anjî bi hevre birêkûpêktir dixebitin. Her carekê Kurd nêzî hedefa xwe dibin, planek nû pêk dihênin. Aliyên me yê qels nas dikin û brînên nû di laşê me de vedikin.

Buyerên pêk tên û bendên li jor hatine nîşandan, bi giştî beşek ji planên têkbirina Kurda ne. Armanc, biderengxistina hêvî û daxwaziyên Kurda ye û qelskirina hêz û helwêsta netewî ye.

Plana vê carê bi destê "DI"yê tê pêk dihênin. "DI" versiyonek nû ji îslamiya neteweperest ya ereba ye. Ji bo ku Kurd li herêmê nebine xwedî statuyek siyasî, çi pêwîst be têne kirin, dikin.

Hetanî perçeyek rizgar nebe, nebe endamê Netewên Yekgirtî-NY, qedera Kurdên hemu perçeyan bi hev girêdayî ye. Neyar pereçeyekê bikin taştê dê yê din bikin firavîn û şîv. Girêdana bi helwêsta netewî şert e. Divê hurmeta hêzên netewî ji hev re baştir, têkilî û hevkariya hêzên çekdar li dijî planên neyaran xurtir bibe. eurokurdnews@live.com

 

 

Bu yazı toplam 740 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.