1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ‘Herêma Kurdistanê di hemû waran de serbixwe ye’
‘Herêma Kurdistanê di hemû waran de serbixwe ye’

‘Herêma Kurdistanê di hemû waran de serbixwe ye’

Li gor ajansa nûçeyan a Global Post a Amerîkî, di demekê de ku şîdet û şerê mezhebî li İraqê berdewam e, Kurd dûrî her milmilaneyeke mezhebî ne û dibe ku ji bo paşeroja wan fêdeya wê jî hebe bo ragehandina dewleteke serbixwe.

A+A-

(Navenda Nûçeyan) 

Di raporteke ajansa Global Post de behsa rewşa jiyanê li İraqê tê kirin û wiha tê gotin: ‘’Li gor raporta dawî ya Frans Press, 6 hezar û 818 kes tenê di sala 2013’an de hatine kuştin, evna jî sala herî bixwîn a İraqê tê hesabkirin piştî sala 2008’an. Herwiha li hinek navçeyên İraqê  eger ne tesadûf be rojane şîdet û teqîn çêdibin.’‘

Di raportê de rewşa asayîşa Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên İraqê tê berhev kirin û wiha berdewam dike: ‘’Berevajiya beşên din ên İraqê, Herêma Kurdistanê aramtirîn cih e û hîç şîdetek lê nayê dîtin. Herwiha piştî tarîxeke dûr û dirêj a derdeserî û jêrdestî, niha 30 milyon Kurd li çar welatan xewna serxwebûnê dibînin.’‘

Di beşekî din ê raportê de wiha tê gotin: ‘’Kurdên İraqê xwediyê otonomiyeke gelekî bihêz in û roj bi roj jî ew otonomî bihêztir dibe, Kurd jî berdewam bêngav bi pêngav ji İraqê dûr ketine ku niha ji destê şerê mezhebî dinalîne, lê bihêzbûna Herêma Kurdistanê jî nayê wê wateyê ku dest ji xewna serxwebûnê berdin, lê ew kar rawestandiye û bi kêmanî niha naxwaze wî karî bike.’‘

Zêdebûna şîdetê li navçeyên din ên İraqê, hevdem bêhêzbûna hikûmeta navendî ya İraqê ji ber şîdet û aloziyên heyî, derfeteke ji Kurdan re çêkiriye daku bikaribin polîtîkayên xwe bihêztir bikin û herêmê jî berfirehtir bikin.

Raporta Global Post wiha berdewam dike: ‘’Li gor destûra İraqê, divê ji sedî 17’ê dahata petrola İraqê ji Kurdan re bê veqetandin, evna jî li gor pêkhateyên İraqê hatiye dabeşkirin û Kurd jî pişta xwe bi wê pişkê girêdidin ku divê bigihe wan, lê ev karê han di van nêzîkan de diguhere, ji ber Kurdan boriye petrolê ya nû danîne û petrolê bo Tirkiyê dişînin. Evna jî dibe ku Kurdan ji İraqê cuda bike û wan bike xwediyê dahateke petrolê ya taybet. Herwiha hefteya dahatû petrola Kurdistanê gehişte bendera Cîhan û piştre digihe bazarên cîhanê.’‘

Di rapoetê de behsa wê yekê tê kirin ku di demekê de beşa herî zêde ya İraqê ji xeynî Herêma Kurdistanê piştî sala 2003’an ji destê şîdetê dinalîne, Herêma Kurdistanê berdewam zêdetir pêş dikeve û wiha diqede: ‘‘Kurdistan ne di nav wê xwînrijandinê de ye. Ji dema bûye herêm Kurdistan berdewam pêş dikeve û niha di hemû waran de dewleteke serbixwe ye tenê nav nebe. Kêm kes li Herêma Kurdistanê hene ku xwe wek İraqî bibînin, herwiha hinekan ji wan li ser plakeyên otomobîlên xwe ji dêlva navê İraqê alayeke Kurdistanê pêve zeliqandine.’‘

Bu haber toplam 524 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.