• Diyarbakır5 °C
  • Batman4 °C
  • Mardin4 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis1 °C
  • Elazığ4 °C
  • Erzincan-2 °C
  • Şanlıurfa8 °C
  • Erzurum-3 °C
  • Ağrı-3 °C
  • Gaziantep6 °C
  • Hakkari-4 °C
  • Muş0 °C
  • Siirt5 °C
  • Van-2 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hêro Xan: Mam Celal serê salê venagere
16 Aralık 2013 Pazartesi 11:24

Hêro Xan: Mam Celal serê salê venagere

Ofîsa Hêro Îbrahîm Ehmed a hevsera Celal Talabanî ragehand ku tenê sekreteryet û doktorê taybet ê Talabanî dikarin derbarê tendirûstiya Mam Celal de daxwiyaniyan bidin.

SİLÊMANÎ (Navenda Nûçeyan)- Di beyannameya ofîsa Hêro Îbrahîm Ehmed a Endama Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Hevsera Serokkomarê İraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, wiha tê gotin: ‘’Em raya giştî ya Kurdistanê û hevalên YNK’ê agahdar dikin ku tenê aliyên fermî Dr. Necmedîn Kerîm û sekreteryeta giştî ya Mam Celal dikarin derbarê tendirûstî û vegera Talabanî ya Kurdistanê de daxwiyaniyan bidin. Lewra her nûçe û agahiyek ji çavkaniyên din bên belav kirin nerast in.’‘

Hêjayê gotinê ye Cîgirê Sekreterê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rêbwar Osman ji malpera Encûmena Navendî ya YNK’ê re gotibû: ‘’Çend roj berê haya min jê hebû ku tendirûstiya serok Mam Celal gelekî baş e û baş jî diaxife, em hêvî dikin de demeke nêzîk de vegere nav me û em hemû bi hev re cejna serê salê bikin.’‘

Osman wiha axifîbû: ‘’Bi vegera Mam Celal bo Kurdistanê, ku hevdem e ligel nêzîkbûna kongreya 4’mîn a YNK’ê ku biryar e di roja 31.01.2014’ê de were lidarxistin, rêzdar wek sekreterê giştî yê YNK’ê tê hilbijartin û erkên xwe cîbicîh dike.’‘

YNK’ê roja 10.12.2013’ê bi rêya medyaya xwe nûtirîn wêneyên Talebanî belavkiribûn û ragehandibû ku ew wêne di rojên 6-8ê Kanûnê de hatine kişandin. Di wêneyan de Talabanî û hevsera xwe Hêro Îbrahîm Ehmed bi hev re rûniştine.

Serokkomarê İraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî roja 17.12.2012’ê li bajarê Bexdayê krîza mêjî derbas kir û rakirin nexweşxanê lê ji ber rewşa wî nebaş bû piştre ji bo tedawiyê yekser rakirin nexweşxaneya Charite ya Berlînê.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim