1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Hêro Xan piştgiriya çareserkirina pirsgirêkan dike
Hêro Xan piştgiriya çareserkirina pirsgirêkan dike

Hêro Xan piştgiriya çareserkirina pirsgirêkan dike

Endama Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hêro Îbrahîm Ehmed ligel Encûmena Navendî ya hizba xwe civiya û got: ‘’Ez piştgiriya her hewldanekê dikim ku armanc çareserkirina pirsgirêkên nav YNK’ê be.’‘

A+A-

SILÊMANÎ -  Bi mebesta dîtina mekanîzmayekê bo çareserkirina pirsgirêkên navxwe yên YNK’ê Encûmena Navendî serdana Endama Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed kir. Di civînê de Sekreterê Encûmena Navendî ya YNK’ê Adil Mûrad got: ‘’Di vê qonaxê de parastina YNK’ê di nav YNK’ê de ji hemû qonaxeke din girîngtir e û Encûmena Navendî hewlên xwe xistine tevgerê ji bo parastina rêzên YNK’ê, ew Yekîtiya ku li ser destê rêberê me Mam Celal hatiye damezrandin, pêşketiye û gehiştiye astekî ku li ser asta İraq û Herêma Kurdistanê wek hêzeke serekî hikûmraniyê dike.’‘

Adil Mûrad wiha axifî: ‘’Encûmena Navendî li ser hewldan, hevdîtin û civînên xwe ligel berpirsên paye bilind ên YNK’ê berdewam dibe bo dîtina mekanîzmayeke maqûl ji bo çareserkirina pirsgirên nav Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.’‘

Li ser heman mijarê Hêro Îbrahîm Ehmed jî tekez kir ku ew piştgiriya hemû hewldanên Encûmena Navendî dike bo çareserkirina kêşeyên navxweyî yên YNK’ê û got: ‘’Piraniya hevalên YNK’ê her biryarekê bidin ji bo çareserkirina pirsgirêkan ez ê piştgiriyê lê bikim û rêzê li nerîna wan bigirim.’‘ Hêro Xan herwiha daxwaz kir ku lijneyeke bê alî were pêkanîn bo nirxandin, pêdeçûn û encamdana guhertinan bi awayekî sîstematîk.

 

Bu haber toplam 806 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.