1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. "Heta mirov şer nede ber çava aştî pêk nayê"
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

"Heta mirov şer nede ber çava aştî pêk nayê"

A+A-

Îro rojbûna sînemekar, senarîst, nivîskar û hunermendê kurd Yilmaz Guney e (1 nîsan 1937 - 9 îlon 1984). Bi munasebeta rojbûna Gunêy de, ez ê wergêra çîrokek ji kitêba wî "Oğluma Hikayeler" pêşkêşî we bikim. Yilmaz Guney di dilê me de dijî. Yezdanê dilovan wî bi rehma xwe şa bike û cihê wî bihuşta rengîn be.

Zaro, berê xwe da bavê xwe û axifî:
"Bavo... zaroyek di pola me de heye, serçavê wî zîwanokî ye... her bistikî li serê min dide."
"Çima li te didê?"
"Qet nizanim. Li rêza pişt min rûdinê. Bavê wî komsêr e, yanê polîs. Di dema ders dayînê de, pora min jî dikşîne."
Dayika wî hêrs dibe:
"Çito zaro ye ev?!. Ma, mamostê we tune ye? Wî nabînê? Zimanê te tune ku tu bihêne zimên? Giliyê wî bik... qala lêdanê bik. Mamosteyê min, bêjê. Li min didê, terbiya wî bidê."

Zaro, tengavbûyî û dudilî, li dê û bavê xwe dinêrî. Bavê wî domand:
"Giliyê wî li cem mamoste meke. Ew hevalê te ye. Gazinên wiha dê baweriya te, bi kesên din xurtir bike û bi çaraseriyên wan ve girê bide. Niqteya duwê, wê navê te bi gilîkêr û gazingêriyê belav bibê."

"Nexwe, bila hertim lê bide û yê me jî bê deng bimînê?", got, dayika wî.

Bîstekî bêdeng fikirî bavê wî û axaftina domand:
"Guhdarî bike lawê min. Sibê bi hevalê xwe re, nermî biaxife. Em hevalê hev in û li dibistanê, di heman polî de dixwînin, bêjê. Di nav me de pirsgirêk nînin. Yê tu dikê, ne rast e. Carek din li serê min nede. Dema li te guhdarî nekê, hêrs nebe, bi nermî, şaşîtiya wî dubare bihêne bîra wî. Wextê berdewam kir, berî mamostê we bê dersxanê, ji hevalên xwe, bi dengek bilind daxwaziya guhdarkirinê bike. Wî nîşan bide, bêje ku, hevalê te tepiska li serê te dide. Min jê re got ku, nema wiha bike. Lê guhdarî nekir û dubare li min da. Hevalno, jê re bêjin, da ku li serê min nedê. Dema vê carê tepiska li min bidê, ez ê lêxim.
Wextê hevalê te, carek din li te da, tu jî lê bide. Ne tenê şimaqekî. Heta tu biwestê lê bide. Di şer de şimaqa pêşî, destpêk e. Dikare ew jî dest hilîne û li te bide. Lê bila tirs li cem te peyde nebê. Biçe bi ser ve. Paş de baz mede. Tu kes bê şer û têkoşîn, nikare serkevtinê bidest bixîne. Heta mirov şer nede ber çavê xwe, aştî pêk nayê."

Lawik bala xwe dida bavê xwe û dixwest wî baştir fêm bike.
"Te mebesta min fêm kir, an na?", pirsî bavê wî.
"Belê, tê gihiştim", got, lawê wî. "Dema hêza min û lêdana wî têr nekê dê çi bibe?"
"Wextê tu zêde lê nedê jî, carek din wê hesabê te û bersivdayînê bike. Dema ez lê bidim, wê bêje, ew ê jî li min bide. Bi kêmasî dê bersivdayin û lêdana te bide ber çavan û li gorî wê hesabê xwe bike. Ne wiha ye?"

Axaftina bavê wî li hesabê lawik hatibû. Keniya. Bavê wî domand:
"Lawê min, dikare hêza te têr bike û tu li lawik bidî. Ji ber vê, zarokên din çavtirsandî bibin. Ji rewşa bihêzbûna xwe û tirsa wan, sûdan megre, zilm û zordariyê li hevalên meke. Li hemberî neheqiyê, aliyê heqiyê bigre. Dema tu neheqiyê bibîne, li dijî wê bêdeng û bêhelwest bimînê, tu jî dibe alîgir û şirîkê neheqiyê."

Lawik, bêdengî li bavê xwe guhdarî dikir û dixwest wî baştir fêm bike.

 

Bu yazı toplam 572 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.