Hêviya wê bavê wê yê di girtîgehê de ye

Hêviya wê bavê wê yê di girtîgehê de ye
Gurçikên Mizgîn Bahar Noyana 15 salî baş naxebitin û ev 3 sal e ku dikeve diyalîzê. Hat diyarkirin ku bavê wê ji bo Mîzgînê dikare gurçika xwe bide û Mizgîn niha li benda neqla gurçika bavê xwe yê di girtîgehê de ye.

BATMAN- Gurçikên Mizgîn Bahar Noyana 15 salî baş naxebitin û ev 3 sal e ku dikeve diyalîzê. Hat diyarkirin ku bavê wê ji bo Mîzgînê dikare gurçika xwe bide û Mizgîn niha li benda neqla gurçika bavê xwe yê di girtîgehê de ye.

Bijîşkan da zanîn ku Noyana xwendekara pola 8emîn divê gurçikê bidinê. Li ser vê yekê diya wê Sakîne Noyanê xwest ku gurçika xwe bidê lê ji ber ku diya wê zêde qelew bû hat diyarkirin ku nikare gurçika xwe bidê. Li ser vê yekê li Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê (ZD) tetkîk hat kirin û di encama tetkîkan de derket holê ku bavê wê Alaatîn Noyanê (45) di Girtîgeha Batmanê de dikare gurçika xwe bide keça xwe. Malbata Noyanê ji bo ku ji bavê wê neqla qurçikê bê kirin destûrê bidin, bi navgîniya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Batmanê dan.

"Keça min roj bi roj dihele"

Diya Mizgînê Sakîne Noyanê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku keça min 3 sal beriya niha nexweş ket û bi tedawiya xelet a li nexweşxaneyeke taybet her du gurçikên wê ew qas xirabûn ku êdî naxebitin. Noyanê qal kir ku keça wê ji ber vê yekê hefteyê 3 caran dikeve diyalîzê û jiyana xwe bi wî awayî didomîne. Noyanê diyar kir ji bo ku tenduristiya keça wê bê cî divê neqla gurçikê bê kirin.

Noyanê got ku ji ber sedemên siyasî 7 sal û 3 meh cezaya hepsê dan hevserê min û hevserê min dixwaze ku gurçika xwe bide keça min lê divê ji bo vê yekê demekê di nexweşxaneyê de bimîne.

Noyanê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Keça min roj bi roj dihele. Dilê min ber vê yekê ranagire. Keça min di navbera salakê de 18 kîlo jar bû û ket 35 kîloyan. Di diyalîzê de ji xwe diçe. Nirxên xwîna wê her dem dikevin. Ez gelekî xemgîn dibim. Ji bo ku bikaribin ji bavê wê neqlê bikin, em ji serokwezîr û wezîrê tenduristiyê arîkariyê dixwazin."  Mizgîn Bahar Noyanê jî got ku ez dixwazim ku demildest baş bibim.

Bi daxwaznameyê serî li dozgeriyê dan

Parêzerê malbata Noyan, Mehmet Bagatir jî got bi bijîşkên ku tedawiya Mizgîn Bahar Noyanê dikin re hevdîtin kir, wan diyar kir ku divê gurçik bê neqilkirin û li ser vê yekê me tetkîk kirin û bavê wê yê mehkûm Alaattîn Noyan dikare bibe donor.

Bagatir got ku "Me li ser vê yekê ji bo ku ragihînin Midûriya Giştî ya Malêntewqîfê û Cezayê ya Wezareta Edaletê serlêdana ku hewce dikir, kir." Bagatir diyar kir ku heke bersiveke erênî bê dê Alaattîn Noyan li nexweşxaneyê razînin û dest bi pêvajoya neqlê bikin.(aa)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.