Hevjîna Talebanî bersiva alîkarê Talebanî da: Vegere ser rêça Talebanî!

Hevjîna Talebanî bersiva alîkarê Talebanî da: Vegere ser rêça Talebanî!
Hevjîna Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed bersiva alîkarê Talebanî, Kosret Resûl da û got, ez êdî nahêlim ti kes buxtanan li min bike!

 

 

Çend roj berê alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê, Kosret Resûl Elî ji rojnameya erebî ya Şerq el Ewsetê re li ser alozî û nakokiyên nav YNKê axivîbû. Kosret Resûl rexneyên tûj li hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed girtibû û gotibû, wê dest daniye ser tevahiya navendên girîng ên YNKê. Alîkarê Talebanî her wiha gotibû, em nahêlin YNK bibe partiya malbatekê!

 

Li hember vê yekê, hevjîna Talebanî bi daxuyaniyeke nivîskî, bersiva Kosret Resûl Elî da. Hêro Îbrahîm Ehmed, di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku gotinên Kosret Resûl di vê demê de tenê ziyanê digihînin YNKê û nakokiyên nav YNKê kûrtir dikin.

 

Hêro Îbrahîm Ehmed aniye ziman ku rexneyên alîkarê Talebanî, hemû buxtan û tohmetên bê bingeh in û gotiye, ez êdî nahêlim ti kes buxtanan li min bike û gotinan li dû min bêje.

 

Hevjîna Talebanî her wiha ragihandiye ku wê YNKê zeft nekiriye tenê ji ber rewşa niha ya YNKê xwe daye ber barê berpirsiyartiyê û gotiye, helbet desthilat û kursiyên YNKê mîna wê heyama ku Mam Celal li ser xwe bû, nabe lê divê ev mijar di kongreyê de were gotûbêjkirin ne li pişt perdeyan, ji ber wê jî divê di demek kurt de kongre were lidarxistin.

 

Hêro Îbrahîm Ehmed, ku endama polîtburoya YNKê ye jî, aniye ziman ku wê YNK nekiriye partiya malbatê û got, kê behsa vê yekê kiriba diviya Kosret Resûl behs nekiriba çimkî her kes dibîne û dizane ku kî dixwaze kur û keçên xwe bi ser partiyê yan jî hikûmetê de bisepîne!

 

Hevjîna Talebanî di dawiyê de bang li alîkarê Talebanî kiriye, vegere ser rêbaza Mam Celal û YNKê çimkî “bêyî YNKê em hîç in!”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.