1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Hewlêr, Enqere û Bexda dicivin
Hewlêr, Enqere û Bexda dicivin

Hewlêr, Enqere û Bexda dicivin

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz ragehand ku îro (19.01.2014) Lijneya Sêqolî ya Hewlêr-Bexda-Enqerê ji çareserkirina pirsa şandina petrola Kurdistanê dicivin.

A+A-

ENQERE - Derheqa gefên hikûmeta İraqê de ku dibêje wê dozê li ser Tirkiye û Herêma Kurdistanê tomar bike, Taner Yildiz got: ‘’Berê jî me got eger di veguhestina petrolê de, hikûmeta Tirkiyê dolarekî qezenc bike, dê sed dolar bi dest hikûmeta İraqê bikeve.’‘

Taner Yildiz eşeker kir ku pêşniyar kirine sibe Lijneya Sêqolî ya Hewlêr-Bexda-Enqerê li bajarê Bexdayê bicivin daku bikaribin pirsgirêkên heyî yên derheqa şandina petrola Herêma Kurdistanê de çareser bikin.

Yildiz wiha axifî: ‘’Hikûmeta Tirkiyê pêbendê yasa ê rêkeftinnameyan e, gotegotên hinardekirina petrolê bi rêya qeçax, dûrî rastiyê ne û em qet karekî wiha nakin. Ji bo me normalbûna rewşa İraqê ji hemû tiştekî girîngtir e.’‘

 

Bu haber toplam 572 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.