1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Heyeta Herêma Kurdistanê gihişt Bexda, lê Malikî ne li wir e
Heyeta Herêma Kurdistanê gihişt Bexda, lê Malikî ne li wir e

Heyeta Herêma Kurdistanê gihişt Bexda, lê Malikî ne li wir e

Heyeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de gihişt paytexta Iraq Bexdayê. Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî ne li Bexdayê ye û li parêzgeha Zeyqar e.

A+A-

HEWLÊR– Heyeta Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirina ligel berpirsên Bexdayê û çareserkirina pirsgirêka budceya Herêma Kurdistan û şandina petrolê, serdana Bexdayê kirin. Li gor malpera Xendan, di demek ku heyeta Herêma Kurdistanê niha li Bexdayê ye, lê serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî niha li parêzgeha Zeyqar e. Cîgirê serokwezîrê Iraqê Hûsên Şehristanî jî li bajarokê Duzxurmatû ye. Malpera Xendan a nêzî YNK’ê diyar kir ku hevdîtina navbera heya Herêma Kurdistan û Bexdayê de, wê saet 14.30’an li gor saeta Iraqê dest pê bike. Di hevdîtinê de ji aliyê Iraqê, wezîrê petrolê yê Iraqê Ebdulkerîm Liêbî, wezîrê darayî yê bi wekalet Sefaedîn Safî û sekreterê giştî yê serokatiya civata wezîran a Iraqê Elî Ellat cih digrin. Piştî Şehristanî ji Duzxurmatû vegere, egera wê yekê heye ew jî beşdarî hevdîtinan bibe. 
Di nava heyeta Herêma Kurdistanê ya ku biryar bû ligel Malikî jî bicive de, Nêçîrvan Barzanî, wezîrê serwetên xwezayî Aştî Hewramî, wezîrê plandanînê Elî Sindî, nûnerê civata wezîran Dr. Amanc û şêwirmendê wezareta darayî Reşîd Tahir hene. Biryar bû cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îmad Ehmed jî ligel wê heyetê serdana Bexdayê kiriba, lê ji ber nexweşiyê nekarî tevlî wê heyetê bibe.


Di 15'ê 2014’an civata wezîran a Iraqê bêyî pejirandina kurdan, budceya sala 2014’an a Iraqê pejirand. Di wê civînê de wezîrên tirkmen û ereb li hemberî wezîrên kurd bûn yek û bêyî kurdan budce pejirandin. Ev jî bû sedem ku ji nû ve nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de gurtir bibin. 


 

Bu haber toplam 603 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.