1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Heyeta Hewler û Bexdeyê hêj li hev nekirine
Heyeta Hewler û Bexdeyê hêj li hev nekirine

Heyeta Hewler û Bexdeyê hêj li hev nekirine

Heyeteke Herêma Kurdistanê bi serokatiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir. Tê gotin ku di nava heftiyekê de Hewlêr û Bexda wê li ser hinek xalan lihev bikin.

A+A-

HEWLÊR– Heyeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, ligel şanda Bexdayê ya bi serokatiya cîgirê serokwezîrê Iraqê yê ji bo karûbarên enerjiyê Hûsên Şehristanî civiya. Armanca civînê jî çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de bû.

Piştî civîna navbera heyeta Hewlêr û Bexdayê de, daxuyaniyekî nivîskî hat belav kirin. Di daxuyaniyê tê gotin ku hevdîtin erênî û vekirî derbas bûye. Herwiha behsa wê yekê dike ku herdu aliyan dîtin û pêşniyarên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêşkêşî hev kirine û xwestekên herdu aliyan li ser çareserkirina nakokiyan hene. 
Li gor wê daxuyaniyê, di civînê de guftûgo li ser xalên hevbeş û yên cihê nakokiyê hatine kirin. Heyeta Hewlêr û Bexdayê biryar girtin ku xalên cihê nakokiyan baş binirxînin. Herwiha biryar hat dayîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan, civînên navbera herdu aliyan de berdewam bikin. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ligel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî civiya. Hê jî bi berfirehî behsa encama naveroka hevdîtina Barzanî û Malikî nehatiye kirin.Şêwirmendê ragihandinê yê serokê civata wezîrên Iraqê Elî Mûsewî derbarê hevdîtina navbera Malikî û Barzanî de ji malpera Xendan re wiha got: “Malikî tekezî li ser wê yekê kiriye ku rêyek ji bo rêkeftinê were dîtin û amrazek hevbeş heye ku pirsgirêka petrolê were çareserkirin. “ 
Mûsewî diyar kir ku divê peymana navbera Hewlêr û Bexdayê di nava heftiyekê de were îmzekirin. Mûsewî da zanîn ku egera wê yekê heye di nava vê heftiyê dîsa hevdîtin werin kirin û ne giring e civîn li Hewlêr an jî Bexdayê be. 
Derbarê hevdîtinên navbera heyeta Herêma Kurdistan û Bexdayê de, çavkaniyekê ji malpera Xendan re wiha gotiye: “Xalên hevbeş ên navbera herdu aliyan de hene, lê xalên cihê nakokiyê zêdet in. Lewra zehmete bi hêsanî bigihin encamê.” Heman çavkaniyê diyar kir ku Amerîka zext li Hewlêr û Bexdayê kiriye ku ji bo bigihin rêkeftinê û wiha got: “Cîgirê serokê Amerîka Joe Biden berî çend rojan ligel Malikî axiviye û jêre ragihandiye ku pirsgirêkên xwe yên ligel Hewlêrê çareser bikin. Herwiha Biden ligel deshilatdarên Herêma Kurdistanê jî axiviye û agehdar kirine ku ligel Bexdayê bigihin lihevkirinekê.”

Li gor agehdariya heta niha heyeta Hewlêr û Bexdayê negiştine ti rêkeftinan û tenê biryar hatiye dayîn ku civîn berdewam bikin. 
Heyeta Herêma Kurdistanê ya ji serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şaweys, wezîrên serwetên xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî û çend berpirsên din pêk dihat. Piştî hevdîtinan, heyeta Herêma Kurdistanê vegeriya Hewlêrê. 

Bu haber toplam 660 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.