• Diyarbakır3 °C
  • Batman4 °C
  • Mardin2 °C
  • Bingöl4 °C
  • Bitlis-3 °C
  • Elazığ1 °C
  • Erzincan1 °C
  • Şanlıurfa6 °C
  • Erzurum4 °C
  • Ağrı-2 °C
  • Gaziantep8 °C
  • Hakkari-3 °C
  • Muş0 °C
  • Siirt3 °C
  • Van-1 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Heyeta Rojava hat serdana KCD’ê
23 Aralık 2013 Pazartesi 16:27

Heyeta Rojava hat serdana KCD’ê

Heyeta Mafê Mirovan a ji Rojava hat û di nav de Dilxwîn Ramadan Fîrousha, Xuhanav Ehmed Mihemed, Nûnerê Mafên Mirovan a Rojava Xelad Omer Seyfeddîn, Abdulbakî Ehmed Mihemed, Abdulmacît A.Kerim M.Elî hene hat serdana KCD'ê.

AMED - Heyet, ji aliyê Endamê Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Edîp Yaşar û Endamê Meclîsa Timî Hasan Yagiz ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê ji nûnerên Mafên Mirovan a Rojava Xuhanav Ehmed Mehemed axivî û destnîşan kirin ku li Rojavayê Kurdistanê îro gelê Kurdistanê herî bi hêvî, biryar û bihêz e. Mihemed diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê sistemeke nû pêk hatiye û got: "Me modela xwe saz kiriye û em pêk tînîn. Li Rojava ev pêşketin bi pêşgengiya jinê bi pêş ket. Bi saya Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd êdî jina Kurd li her qad jiyanê bi awayekî aktîf rol digirin."

Endamê Dîwana Serokatiyê ya KCD'e Edîp Yaşar jî da xuyakirin ku berxwedana gelê Kurd dîrok nivîsiye û wiha dom kir; " Bi çirûksa azadiyê re li Rojava demeke nû dest pê kir û çîrûska nû êdî bûye meşaleyek." Yaşar anî ziman ku berdêlên hatine dayîn û têkoşîna gelê Kurd wê pêşeroja têkoşîna azadiyê ronî bike. Yaşar ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê modeleke nû pêk hatiye û got: "Ev model ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn modeleke mînak e û wê gelê kurd bi xwe modela xwe bi rê ve bibe." Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Hasan Yagiz jî got:" Em gelê Rojava silav dikin, bi têkoşîna gelê Rojava re rojên xweş li benda gelê kurd e."

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim