1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Hilbijartin û temsîla eqaliyetan
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Hilbijartin û temsîla eqaliyetan

A+A-

Pirçandî û pirbaweriya li welatê me dewlemendiyek mezin e. Nirx û cihê vê mîrasê ji aliyê dîrokî, çandî, ziman, bawerî û aborî ve nikare li mêzênê bikeve û bê pîvan. Her mijar layiqî nirxandin û niqaşên dirêj û rengîn in.

Mafê eqaliyetên olî û netewî di çarçoveya "hiqûqa navnetewî" de hatiye parastin. Pirs, ji hêla demokrasiyê, anku toleransa navxweyî, pêşxistina çand, ziman, wekhevî û parastina mafên hemwelatiyan ve neynik e û rastiya welêt radixe ber çavan.

Astengiyên li pêşiya "parastina mafê eqaliyetan" li bakurê welêt pir in. Derd û êşa herî mezin dawînehatina dagirkêrî, dabeşî û kolonî kirinê ye. Polîtîka asîmîlê, zor û zexta li ser gelê Kurd e. Di rewşek wisa de ku zextên giran li ser nasname, çand, dîrok û hebûna Kurda li welêt heye, parastina mafê eqaliyetan ne hêsan e.

Di van mercan de li bakurê welêt û Turkiyê roja hilbijartinê nêzîk dibe. Giring e ku Kurd nêzî hev bibin û bi yekdengî benda ji % 10 an derbas bikin. Her wisa pirsa temsîlkirina eqaliyetan giring bigrin.

Kurdên Ezdî parêzvanên çand û baweriya me a kevnare ne. Gelê Asurî/ Suryanî û Ermenî zarokên welatê me ne û xwedî maf in. Weke tê zanîn, qirkirina 1915 an, hejmara eqaliyetên li Kurdistanê ji milyonan daxist hezaran. Bandora siyaseta neyênî li bawerî û neteweperestiyê, hilbijartina metodên hişk û kêmbûna toleransê hejmara wan rojbiroj kêmtir dike. Îro li bakurê welêt, ji ber sedema nifûsa kêm, çi eqaliyat, hêza xwe û hilbijartina kandîdekî nema ye. Weke mîsal, jimara Asurî Suryaniya li hêla Mêrdîn, Amed û Colemergê gelek bû. Îro, dengên wan têr nake ku nûnerekî xwe bişînin Ankarayê.

Divê temsîla eqaliyetên li welatê me, ne li gorî hejmara wan be. Şert û rastiya li welêt rêyên bi edalet û însanî dide ber me. Ji bo rehetkirina birîna 1915 û qirqirinên din, pêwîst e em destê biratî û dostaniyê dirêjî wan bikin. Di lîsteyên xwe de hejmara kandîdên wan zêdetir bikin. Giring e ku tevlîbûna eqaliyetan, bi dil û xwestina wan û li ser esasê parvekirinek adîlane be. Hebûna parlamentekî Suryanî bersiva hewcedariyan nade. Pêwîst e kandîdên eqaliyetan ji hêla Amed, Torê, Botan û Colemergê hebin. Pejirandin û hilbijartina kandîdên zêde dê mecalê bide fikrên cewaz û pirdengiyê...

 

 

Bu yazı toplam 521 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.