• Diyarbakır10 °C
  • Batman14 °C
  • Mardin8 °C
  • Bingöl7 °C
  • Bitlis6 °C
  • Elazığ10 °C
  • Erzincan7 °C
  • Şanlıurfa11 °C
  • Erzurum5 °C
  • Ağrı2 °C
  • Gaziantep10 °C
  • Hakkari6 °C
  • Muş4 °C
  • Siirt9 °C
  • Van7 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hilbijartina parlamenterên Ormiyê ma dora duyem – Şansê namzedên kurd zêdetir e
29 Şubat 2016 Pazartesi 14:14

Hilbijartina parlamenterên Ormiyê ma dora duyem – Şansê namzedên kurd zêdetir e

Hilbijartina nûnerên bajarê Ormiyê li parlamentoya Îranê derbasî dora duyem bû. Di nav namzedên dora duyem de 2 kurd jî hene.

 

 

Qayîmeqamê bajarê Ormiyê, Ebas Hesenxanî duh encamên dengdana hilbijartinên parlamentoya Îranê li Ormiyê ragihand û got, hejmara dengên ku li Ormiyê hatine hijmartin û hesibandin, 440 hezar û 119 deng bûye.

 

Hesenxanî da zanîn,  namzedê azerî Nadir Qazîpûr bi 169 hezar û 98 dengan yekser derbasî parlamentoyê bû lê yên din, ji ber ku nekarîbûn dengên pêwîst bidest bînin, man dora duyem.

 

Li bajarê Ormiyê 32 namzedan ji bo 3 kursiyên bajêr hevrikî dikirn. Ji bo hilbijartina 2 nûnerên din, 4 namzed dê di dora duyem de hevrikiyê bikin. Dora duyem a hilbijartinên parlamentoya Îranê dê destpêka meha Nîsana îsal were lidarxistin.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, di nav wan namzedên ku mane dora duyem, 2 namzedên kurd jî hene: Hakim Memkan û Mecîd Dodikanlû Mîlan.

 

Dengên Memkan di dora yekemîn de 104 hezar û 269 û yên Mîlan jî 82 hezar û 914  bûn.

 

Yek ji organîzatorên kampanyaya hilbijartinê ya namzedê kurd Memkan, ji Rûdawê re got, her çiqas Memkan di rêza duyem de bû lê nekarî yekser derbasî parlamentoyê bibe. Lê di dora duyem de şansê wî ji namzedên din zêdetir e.

 

Li Ormiyê, di hilbijartinên vê carê de 733 hezar kes mafên wan ê dengdanê hebû. Her namzedk ji bo ku derbasî parlamentoyê bibe divê herî kêm %20ê ( ji 5an pişkek) dengên giştî bidest bîne.

 

Parlamenterê kurd ê Ormiyê, Abid Fettahî jî bibû namzedê parlamentoyê lê nekarî dengên pêwîst bîne û ji hevrikiyê hat derxistin. Fettahî di nav 32 namzedên Ormiyê de di rêza 12emîn de bû.

 

Hilbijartinên giştî yên Îranê, roja 27ê vê mehê hat lidarxistin. Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinan, namzedên nêzîkî Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, ku wek kesekî “reformîst” tê nasîn, li hember namzedên nêzîkî rêberê Îranê Elî Xaminêyî bi ser ketin.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim