Hişmendiya AKP’ê dixitimîne

Hişmendiya AKP’ê dixitimîne
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, endamê Konseya Serokatiyê Mustafa Karasu û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok beşdarî Stêrk Tv bûn û diyar kirin ku gelê kurd bê însiyatîf nîn e û dan zanîn ku pakêta AKP’ê qedandina pêvajoyê ye
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku ev sê meh in pêvajoya li Tirkiyeyê dimeşe xetimiye û pakêta çareseriyê ya AKP’ê wekî deklarasyona qedandina pêvajoyê bi nav kir. Endamê Konseya Serokatiyê Mustafa Karasu jî destnîşan kir ku daxwazên kurdan ji bilî hêzên qirkirina çandî dimeşînin, ji aliye tu kesî ve nayên redkirin.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, endamê Konseya Serokatiya Giştî Mustafa Karasu û endamê Konseya Rêveber Sabrî Ok beşdarî bernameyeke taybet a Stêrk TV bûn û pêşveçûna pêvajoya aştiyê a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û deklarasyona ku ji aliyê KCK’ê ve hat weşandin, nirxandin.
Besê Hozat da xuyakirin ku ji bo pêşveçûna pêvajoya bi Newrozê re dest pê kir, tevgera kurd ketiye nava lêkolîn û hewldaneke cidî û anî ziman ku ev hewldan yekalî man, tu sererastkirinên baweriyê bidin û bingeha pêvajoya aştiyê ava bikin, nehatine kirin. Hozat da xuyakirin ku ji bilî vê yekê hikûmeta AKP’ê di zimanê xwe de jî tu guhertin nekiriye û wiha got: “Di rewşa heyî de pêvajo jixwe xetimînekê dijî. Ev yek jî ji ber helwesta dewlet û AKP’ê ye. Ji destpêkê ve AKP pragmatîk nêzî pêvajoyê bû, nêzîkatiyeke teknîkî nîşan da, ji bo çareseriyê bi tu awayî ji dil tevnegeriya. Me ji aliyê xwe ve pêvajo bi rê ve dibir, lê hikûmet û dewlet ketibû nava planeke cidî ya tunekirinê. Çêkirina qereqolan, pergala cerdevaniyê, girtiyên KCK’ê. Di bin navê KCK’ê de niha zêdeyî 10 hezar xebatkarên BDP’ê girtî ne. Di vî warî de tu gav nehatin avêtin. Di şert û mercên Rêberê me lê tê ragirtin de tu guhertin çênebûn. Parêzerên wî jî girtî ne. Bi kurtasî hikûmetê ji bo çareseriyê tiştek nekir.” 
Hozat diyar kir ku AKP bi siyaseta mijûlkirinê pêvajoyê dimeşîne û anî ziman ku AKP di nava hewldan û hesabên dewamkirina desthilatdariya xwe de ye. Hozat ragihand ku AKP di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de ne di nava nêzîkatiyeke samîmî de ye û ev tişt anî ziman: “Lewma maskeya AKP’ê ket. Herî dawî di pakêtê de ev derket holê. Di pakêtê de ji bo çareseriyê tiştek derneket holê. Ji pakêtê mejiyê AKP’ê derket. Erdogan bi xwe jê derket. Ji bo çareseriya demokratîk tiştek derneket. Vê yekê ev rastî derxist holê. AKP siyaseta xwe ya mijûlkirin, xapandin û rizandinê dewam dike.” 
 
MEJIYÊ NIJADPEREST
Hozat da xuyakirin ku AKP’ê nêzîkatiya xwe ya li pêvajoyê di pakêta xwe de bi awayekî zelal nîşan daye û diyar kir ku di pakêtê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu gav nîn e. Hozat bi bîr xist ku mafên herî xwezayî yên kurdan jî nehatine naskirin û destnîşan kir ku mafên perwerdeya bi zimanê dayikê, naskirina nasnameyê di pakêtê de cih negirtiye. Hozat ragihand ku pakêtê derdorên nêzî AKP’ê jî matmayî hiştiye û destnîşan kir ku partiyeke ne demokratîk nikare pakêteke demokratîk derxe holê. Hozat anî ziman ku mejiyê AKP’ê nijadperest, neteweperest û mezheperest e û ragihand ku çareseriyeke aştiyane ji vê hikûmetê nayê hêvîkirin, pêvajo dê bi berxwedana civakî bi pêş bikeve.
 
MEJIYÊ MÊTINGERÎ
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Mustafa Karasu jî da xuyakirin ku pakêta AKP’ê bi mejiyekî mêtîngeriyê hatiye amadekirin û wiha got: “Kurd Rêberê kurdan muxatab nagire. Nabêje tu civakek e. Dibêje ez te wekî civakekê nabînin, ez te wekî pêşengê civakekê nabînin. Ev yek mejiyê mêtingerî û desthilatdariyê ye.” Karasu diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ya ku Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd muxatab qebûl nake, nikare ne perwerdeya bi zimanê dayikê ne jî xweseriyê qebûl bike. Karasu destnîşan kir ku pirsgirêka kurd bi muxataban çareser dibe û wiha axivî: “Kî dizane mafên kurdan çi ne, daxwazên kurdan çi ne, pirsgirêka wan çi ye? Kurd vê dizanin. Ji bilî kurdan kes nikare vê baştir îfade bike.”
 
QIRKIRINA ÇANDÎ
Karasu ragihand ku kurd têkoşîna herî mafdar a cîhanê dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi rastî jî mîna qirkirina çandî ya li dijî kurdan tê meşadin, pêkanîneke din li tu devera cîhanê nîn e. Hînê gef li hebûna kurdan tê xwarin. Qaşo navê kurdan tê qebûlklirin, lê belê di warê qanûnî, hiquqî û ferasetê de hê hebûna kurdan nehatiye qebûlkirin. Ji ber vê yekê em têkoşîneke gelekî mafdar dimeşînin. Daxwazên me gelekî mafdar in. Ez dikarim vê bi hêsanî bêjim: Ji bilî mejiyê şovenîst ê li Tirkiyeyê, ji bilî ew hêzên li dijî kurdan qirkirina çandî dimeşînin û dixwazin wan bikin tirk, mirovek bi tenê li cîhanê nîn e ku daxwazên kurdan red bike. Tu mirovên xwedî wijdan, daxwazên kurdan red nakin. Em daxwaza mafê jiyanê dikin. Ji bilî vê tu daxwaza me nîn e. Ji aliyê din ve, xweseriya demokratîk hatiye xwestin. Ger em girîngiyê didin pêşketina mejiyê demokratîk, ger em dibêjin li cîhanê demokrasî bi pêş dikeve, ger em dibêjin demokrasî aramiyê tîne, ev yek bi qebûlkirina azadî û xweseriya hemû civakan dibe. Her wiha gelê kurd bê însiyatîf jî nîn e. Hewldana me ya mezin ji bo jiyana bi hev re ya demokratîk e lê heke ku ev derfet pêş nekeve jî gelê kurd bê alternatîf nîn e.”  ANF

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.