• Diyarbakır12 °C
  • Batman13 °C
  • Mardin15 °C
  • Bingöl6 °C
  • Bitlis6 °C
  • Elazığ9 °C
  • Erzincan7 °C
  • Şanlıurfa15 °C
  • Erzurum3 °C
  • Ağrı-1 °C
  • Gaziantep12 °C
  • Hakkari5 °C
  • Muş1 °C
  • Siirt13 °C
  • Van6 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
‘Hişmendiya dewletê ya li dijî rojnamegeriyê neguheriye’
20 Aralık 2013 Cuma 14:20

‘Hişmendiya dewletê ya li dijî rojnamegeriyê neguheriye’

Çelik: Li hember rojnamevanan duh jî êrîş hebûn, irô jî heye, tiştek neguheriye!

Serokê Komeleya Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hayrettin Çelik, di derheqê vekirina cemiyetê de, zext û zordariya li ser rojnamevanan, dîroka rojnamegeriya azad û li ser rewşa rojnamevanên di zindanan de ji Tigris Haber'ê re axivî.

Hevpeyvîn: Hacî Guneş

Komeleya Cemiyeta Rojnamevanên Azad, di 1’ê Kanûna 2013’an de li Navenda Navçeya Sûra Amedê hat vekirin û dest bi xebatên xwe kir. Serokê Cemiyetê Hayrettin Çelik, di derheqê vekirina komeleyê, astengiyên li ber rojnamegeran û li ser rojnamevanên ku di zindanê de ne ji rojnameya me “Tigris Haber'ê” re axivî û pirsên me bersivand.

Li Amedê du cemiyetên rojnamevanan ji xwe hene, gelo pêwistiya komeleya sêyemîn çibû, armanca we ya vekirina vê cemiyet çiye?

Rast e, li Amedê du komeleyê rojnamegeran hene. Lê pêşeroja rojnamegeriya azad jî heye. Li ser vê yeke me pêwistî bi komeleyekî nû dît. Gelek hevalên me di 2011’dan de hatin girtinû hêjî di girtîgeha de ne. Li Tirkiyê, li hemû bajaran, komelayê rojnamegeran hene. Ne tene li Amedê, li Stanbolê navenda van komeleyan hene. Hevalên me yê rojnamevan ên ku hatine girtin hemû jî li ser navê rêxistinan hatine girtin, ne li ser navê rojnamegeriyê. Rojnamevanên ku hatine girtin; çi ên Tirk, çi ên Kurd hemû jî yên (dijber)muhalîf in. Mê jî pêwistî bi komeleyekî muhalîfî dît. Komele li ser berjewendiya rojnamegera ye, ev sazî ji bo ku pirsgirêkên rojnamegeran çareser bike hat avakirin. Li ser van esasan me komele avakir. Esasa xwe li ser çapemeniya azad e. Bingeha komeleyê çapemeniya azad e.

Kîjan rojnamevan dikarin bibin endamên we, krîterên we çi ne?

Komeleya me ne tenê ji bo rojnamegerên Kurd e. Derê me ji bo hemû rojnamegerên ku azad nêzikî nûçeyan divin re vekiriye. Em bi azadiya rojnamegeriyê bawerin, em dibêjin rojnameger divê azad bifikirin.

Li gorî rapora Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ),  li Tirkiyê hejmara rojnamevanên girtî gihişt asta rekor ê. Ji bo rojnamevanên girtî hûn dixazin çi bibêjin û di vî warî de hûn ê çibikin?

Bi dehan hevalên me ê rojnamevan dema ku hatin girtin ti komeleyên rojnamegeran li ser vê bêheqiyê nesekinîn. Heta heta hinek rojnamegerên Tirk li dijî havalên me yên girtî tevgeriyan û wan weka endamên rêxistinan dan nîşandan. Lê van hevalên me hemû jî li ser navê nasnameya rojnamegeriyê hatine girtin. Lê yek ji wan jî li ser navê rojnamegeriyê nayê darizandin. Wezareta Edaletê ya Tirkiyê jî hevalên me yê girtî, weka rojnamegeran kebûl nake. Ta ji Emerîqayê komîteya rojnamegeran hat û lêkolîn kirin û gotin 66 rojnamevan li ser nasnameya rojnamevaniyê, li Tirkiyê hatine girtin. Lê wezareta edaletê ev qebûl nekir, got 46 jê rojnamegerin 20 ji wan weka rojnamegeran qebûl nekir. Ji Emerîqa hatin li hevalên me yên girtî xwedî derketin lê deng ji komeleyên rojnamegeran yê Tirkiyê derneket. Piştî ku komiteya Emerîqa lêkolîn kir hêj ev hevalên me bi nasnameya rojnamegeriyê hatin qebûlkirin.

Weke komeleyê ji bo astengiyên li pêşiya rojnamegerên herêmê hûn ê çibikin û çi projeyên we hene?

Komeleyekî ku li ser navên rojnamegeran bê avakirin, divê teqes li ser pisrsgirêkên rojnamegeran bisekinin. Sedemê ku me vê komeleyê avakir yek jê ev bû. Ya din jî me got bila rojnamegerên azad werin cem hev; him xwe bi rêxistin bikin, him perwerde bikin. Esasên me yê girîn yek jê jî ew e ku rojnameger ji herêmê ve xwe perwerde bikin. Derfetekî wiha me bi destxist û heta ku ji destê me bê em ê ji bo pirsgirên jojnamegeran bibin bersiv. Rojnamegerên azad çi bixwazin em ê hewl bidin ku daxwazên wan bi cih bînin. Di hêla perwerdehiyê de, rêxistinê de, panel, gotûbêj, sempozyum û di hêla xebatên din de çi daxwaz hebin em amadene ku bi cih bînin. Li van deran rojnamegerên hevalên me rastî gelek astengîyan tên. Dema ku diçin nûçeyan rastî astengî û êrişan tên, ji alî polîsan ve tên binçavkirin û tehdîtkirin. Belkî em nikaribin ev nêrîna dewletê biguherînin lê li hember vê nêrînê em dikarin bi rêxistin bibin û reaksiyonekî çêkin. Ev komele wê karibe van karan bike. Heke em rojnameger milê xwe bidin hev û rêxistinekî xurt çêkin em ê bikaribin li hember van astengiyan biserkevin.

Hûn dikarin hinek behsa êrişên ku li hember rojnamegeran pêk tên bikin û ev êriş bi çi sazî pêk tên, li hember van êrişan hûn ê çi bikin?

Hinek hevalên me hatin binçavkirin û windakir, hêjî winda ne. Mesele rojnameger  Nazim Babaoglu di sala 1994’an de hat binçavkirin û hêjî winda ye. Li hember van êrişan em dikarin hişmendiyekî çêkin. Çûnkî rojnameger çav û guhên gel in. Rojnameger wijdana gel in. Rojnameger çi dike? Pirsgirêkên gel li dinyayê belav dike û raya giştî agahdar dike. Komele jî li ser vê esasê dê rojnamegeran biparêze. Çi ji destê komeleyê bê, dê bi cih bîne. Di hêla huqûkê de, di hêla siyasetê de û di hêla her mafên mirovahiyê de dê rojnamegeran bi parêze.

Rojname û rojnamegerên herêmî di çi astê de ne û li gorî we di vî warî de çi kêmasî hene?

Rojnameyên herêmî bi piranî ji bo berjewendiyê karsazan, şexsan tên çapkirin. Xwediyê rojnameyan kî nê? Karsaz in, fabrîkeyên wan hene, nexweşxaneyên wan hene û hwd. Van şexsan, ne rojnameger in. Tenê ji bo berjewendiyên xwe yê aborî rojnameyan derdixin. Li vir jî, li deverên din jî mixabin ev pirsgirêk hene. Rojnamegerên ku li van rojnameyan dixebitin jî mixabin nikarin rojnamegeriyekî  têk ku pêk bi cih bînin. Rojnameger, ji ber ku li gorî berjewendiyê xwediyê rojnameyan tevdigerin, ji hêla rojnamegeriyê de jî nikarin xwe bipêşvexin. Ji bo van rojnamevanan em dikarin çibikin? Em ê li ser vê bisekinin. Van astengiyan, bi gelamperî  belvî em nikaribin çareser bikin. Lê em dikarin ji bo rojnamevanên heremî perwerdehî bidin. "Nûçe çawa tên nivîsîn, esasê nûçegihaniyê çi ne? Wêne çaya tên kişandin û xwendin, rojnamevan kî ye û çaya nêzikî nûça dibe?  Divê rojnamevan di vî warî de çawayî nêzikî gel bibe û li ser esaên rojnamegeriyekî objektîf" çi pêwist be emê bi panelan, bi atolyan û bi rê û rêbazên din em ê perwerdehiyan bidin. Di paşerojê de em ê vana hemûyan bi cih bînin.

 Ya duyemîn em ê li ser pirsgirêkên rojnamevanan, pirsgirêkên şexsî, jî bisekinin. Heke xwediyê rojnameyan ji bo berjewendiyên xwe rojnamevanan bipelçiqînin em ê herin bi wan re biaxivin û pirsgirêk çibin em ê hewl bidin ku çareser bikin. Bi taybet jî em dixwazin rojnamegerên herêmê bi esasên rojnamegeriyê xwe pêşvexin. Heke vêya bi cih bê wê deme wê rojnamevan jî bibînin ku çi ji bo gel pêwiste, çi li dijî gel tê bikaranîn, wê vê yekê baş bikarbînin. Mixabin îro rewşa rojnamevanên herêmî gelek xerabe. Gelek rojnamevan hene ku deh salin li di rojanmeyên herêmî de dixebitin lê hêjî nikarin nûçeyekî rast binivîsin. Ji ber ku cihên ku lê dişixulin jî, karê rojnamegeriyê nizanin û ne xema wan e jî. Ew rojnameyan, tenê ji bo berjewendiyê xwe yê aborî bi kartînin.

Rojnameyên herêmî, xwe bi ajansan bê girêdane, nûça dibirin û pê ve dizeliqînin. Halbûkî rojnamegeriya herêmî çiqas xurt be dê ya dinya yê tev jî xurt be û dê bi xwe re xurt bike. Ji ber ku rojnamevanên herêmê di nava gel de ne jî pirsgirêk û narkokiyê gel heman demê bi xwe jî dijî. Rojname û televizyonên navnetewî dema ku li ser nûçekî lêkolîn bike berê xwe dide herêmê. Dema ku nuçegîhanên vir bikaribin yê nûçeyên xwe ji wan bixwazin lê niha bi vî awahî  nakin ji ber ku baweriya wan bi rojnamevanên herêmî nayê. Rojnamevanan ji Stenbol, Enqere û ji bajarên mezin ên din dişînin. Nêrîna yê bajarênTirkiyê û nêrîna yê herêmê cûda ye. Bi çavekî din li rojnamevanên herêmê dinêrin. Divên vana merivên rêxistinê ne, Kurd in û wek din. Ji 1990’î vir ve ev nêrîn wisa ye û naguhere. Divê ev nêrîn bê guhertin. Heke rojnamegerî bi pêş ve keve dê ev nêrîn jî were guherîn. Rojnamevanên ku ji Stenbol, ji Enqere were hesasiyetên vir nizane, vir naz nake û dema ku şaşiya bike ew şaşiyê wan jî ji rojnamevanên vir tê pirsîn. Yên vir di bin zext û zoriyê de dimînin.

Li Tirkiyê rojnamegeriya bêrê û ya niha ku em bidin berhev çi guherîn hene li gorî we?

Di dîroka rojnamevaniya Tirkiyê de rojnameyên dijber hertim hatine pelçikandin, belavkirin û cezakirin. Mînak Rojnameya “Tan” ya ku di 1985’an de dest bi weşana xwe kir, rojnameyekî muhalîf bû lê mixabin ji ber zext û zoriyan mejbûr ma ku çizgiya xwe biguherîne. Bandora dewletê hertim li ser rojnameyan hebû. Biştî 1990’tî ku Kurdan jî bi profesyonelî dest bi karê rojnamegeriyê kirin zêdetirîn rastî zextên dewletê hatin. Gelek hevalên me hatin kuştin, gelek ji wan hatin revandin hêjî em nizanin ka hestiyê wan li kû ne. Rojanameya ku ez lê dixebitîm Özgür Gündem di 4’ê Kanûna 1994’an de hat bombekirin. Ne  tenê navend buroya me ya Enqerê jî ya Amedê û ya Stenbolê jî hat bombekirin. Her sê buroyên me di heman seatê de hatin bimbekirin. Di van êrişan de hevalên me yê bi navê Ersin Yildiz hat kuştin, penç jê giran 25 hevalên me, wê demê birîndar bûn. Abahiyên rojnameyan gişt şewitîn tiştekî nema.

Nêrîna dewletê ya li hember rojnamegeriyê, ya li hember fikir û ramanan guheriye yan na?

Di sala 1945’an de rojanameya bi navê Tan'ê ji alî ciwanê Tirk ê bi navê Süleyman Demirel ve hat êrişkirin. Ê ku ew roj erişî rojnameya muhalîf Tan'ê kir, di êrişa rojnameya Özgür Gündemê de jî dîsa e bi xwe bû. Dema ku êriş li dijî Rojnameya Özgür Gündem'ê hat kirin ev ciwanê Tirk Süleyman Demirel Serokomarê Tirkiyê bû. Êriş wê demê jî hebûn di salên 1990’î de jî hebûn û îro jî hene. Ev jî êrişa dewlet ê dide ber çavan. Di hêla hişmediyê de tu guherîna dewleta Tirkiyê çênebiye.

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim