1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Hiso: Di zûtirîn dem de karê piratîkî dest pê dike
Hiso: Di zûtirîn dem de karê piratîkî dest pê dike

Hiso: Di zûtirîn dem de karê piratîkî dest pê dike

Serokê Meclsîa Rêveber a Herêma Cezîrê Ekrem Hiso diyar kir ku hevdîtinên wan bi serokên desteyên herêmê re bi armanca deste (wezaret) karê xwe yên piratîkî pêk bînin, pêk hatin.

A+A-

Hiso, got ku di zûtirîn dem de dê dest bi karê piratîkî bikin.

AMÛDÊ – Derbarê hevdîtinên Meclîsa Rêveber a Herêma Cezîrê bi wezîrên herêmê re Serokê Meclîsa Rêveber a Herêma Cezîrê Ekrem Hiso agahî dan ANHA'yê. Hiso, destnîşan kir hevdîtinên wan bi armanca amadekirina sîstema hundirîn a desteyan û dest bi kar û xebatan di rojên pêş de pêk hatin. Hiso, da zanîn ku deste dê sîstema xwe amade bikin û ji bo were erêkirin pêşkêşî Meclîsa Rêveber were kirin. Hiso, got ku di civînan de wan bi wezîran re xebatên wan ên niha tên meşandin û karên ku dê di çarçoveya erka wan de be diyar bikin. Hiso, tekez kir ku wan ji hemû wezîran xwestine ku bi hemû derfetên xwe hewl bidin ku hemû sazî û dezgehên li ser kar û xebatan dimeşînin tevlî sîstema xweseriya demokratîk bibin.

Derbarê xebatên Desteya Karê Derve de Hiso da zanîn ku wan ji vê desteyê xwestine ku di zûtirîn dem de nameyan ji hemû welatên cîran û welatên din re bişînin û ji wan bixwazin ku têkiliyê bi hikûmeta rêveberiya demokratîk re dînin. Hiso, got ku wan ji Wezîrê Karê Derve yê herêma Cezîrê xwestine ku wan ji wan xwestiye ku di hevdîtinên xwe yên bi welatên derve re nîşan bidin ku projeya xweseriya demokratîk ne projeya parçekirina Sûriyê ye, lê belê nimûneyek nû ji sîstema ne navendî ya di riya avakirina Sûriyeke demokratîk ku hemû pêkhate wek hev têde jiyan bikin.

Hiso, destnîşan kir ku wan di hemû hevdîtinên xwe de hewl didin ku demek ji kar û xebatên xwe re dînin, her wiha ji wan dixwazin ku bi hemû sazî û dezgehên heyî re di nava têkiliyan de bin û ji tecrubeyên wan faydê bigirin. Hiso, da zanîn ku wan ji Wezîran xwestiye ku di zûtirîn dem de têkiliyê bi kesên pispore dînin û ji bo peydakirina pêdiviyên herêmê ji tecruneyên wan sûd werbigrin.

Hiso, di dawiya axaftina xwe de daxuyankirin ku hevdîtinên wan bi hemû wezîran re erênî bûn û got ku ji tevan xwestine ku di zûtirîn dem de hewl bidin pêdiviyên herêmê peyda bikin û rêveberiya xweseriya demokratîk bi hemû kesan bidin naskirin.

(ANHA)

Bu haber toplam 649 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.