1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Hiso: Em rêveberiya hemû aliyan in
Hiso: Em rêveberiya hemû aliyan in

Hiso: Em rêveberiya hemû aliyan in

Serokê Meclîsa Rêveber a Demî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso got ku rêveberî rêveberiya gel e û girêdayî tu aliyên siyasî nîn e.

A+A-

AMÛDÊ– Hiso got ku serkeftina Rojava ya hemû Kurdistanê ye û ji navendên Silêmanî, Hewlêr, Qendîl û Amedê piştgirî xwest. Serokê Meclîsa Rêveber a Demî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso derbarê xebatên meclîsê, têkiliyên wan ên bi derve û perçeyên din ên Kurdistanê re û armancên meclîsê de pirsên ANHA’yê bersivandin.

* Di rêveberiya kantonê de kîjan alî û derdor cîh digirin?

Piştî ku vexwendname ji hemû aliyên siyasî yên ereb, kurd, suryanî re hatin şandin, hevdîtin hatin kirin. Di van hevdîtinan de biryar hate girtin ku cîgirê Serokê Meclîsê ji netewa Suryanî be, her wiha biryar hate girtin ku serokatiya 4 desteyan bidin Suryaniyan. Ji bo ENKS’ê jî ku 3 partiyên wan di rêveberiyê de jî serokatiya 3 desteyan hate diyarkirin, her wiha ji bo serokatiya meclîsê (Serokwezîr) jî biryar hate girtin ku kesayetek serbixwe yê di nava ENKS’ê de bê diyarkirin.  Ji bo MGRK’ê jî serokatiya 6 desteyan hate diyarkirin. Serokatiya desteyên din jî, ji bo aliyên din hatin hatin destnîşankirin. Pêkhateya ereb jî bi rêxistinên xwe yên siyasî di nava rêveberiyê de cihê xwe digire.

* Aliyên ku hatine piştguhkirin hene yan na? Her wiha di hilbijartina serokatiyên desteyan de nakokî derketin an na?

Nexêr, tiştekî wekî piştguhkirinê derkneket. Lê di dema vexwendina aliyan de daxwazên wan hebûn û ev jî tiştekî asayî ye. Ji ber ku di hemû rêveberiyan de û li hemû cîhanê her aliyek dixwaze zêdetir cîh bigire. Lê piştî hevdîtinan û razîbûna hemû aliyan, rêveberî hate diyarkirin û tu alî nehatin piştguhkirin. Hinek alî nehatine, lê nayê wê wateyê ku me ew piştguh kirine. Deriyê me ji hemû aliyan re vekirî ye. Tişta girîng ew e ku hemû alî beşdarî rêveberiyê bibin. Em di rewşek aloz de derbas dibin, lewre divê ENKS jî tevlî van xebatan bibe. Niha tevlî bibin, guhertinek di rêveberiyê de çênabe, ji ber ku piştî 4 mehan wê hilbijartinên daîmî çêbibin.

* Xebatên meclîsê çawa bêne meşandin?

Karê meclîsa rêveberiyê ya sereke xizmeta gel e. Dê bi awayekî rojane li ser pirsgirêkên welatiyan raweste. Her wiha em dixwazin li derveyî welat jî xwe bidin nasandin. Saziyên ku heta niha li herêmê hatine avakirin jî wê alîkariya rêveberiyê bikin, rêveberî jî dê sud ji wan bigire. Em ê nîşan bidin ku ev rêveberî dijminahiya tu aliyan nake. Ev rêveberî, rêveberiyek demokratîk a Suriyeya nû ye.

* Têkiliyên we yên derve wê çawa bin?

 Piştî rêveberî hate îlankirin û li hundir û derve derng veda, hin alî tirsiyan ku ev rêveberî li dijî wan be û perçebûnê çêbike. Lê rêveberiya me ji bo xizmeta welat e. Tevî vê yekê çi hikûmet, çi dewlet be, heta hikûmeta Ehmed Tuimê (koalisyona Suriyê) be jî, ger ku mafên me qebûl bikin, em jî di nava danustendinan de bin.

 

 

* Hûnê di pêşerojê de bi dewletên herêmê re hevdîtinan çêbikin an na?

Di civîna yekemîn a Meclîsa Rêveberiyê de me biryar girt ku Desteya Têkiliyên Derve bi Tirkiye, rêveberiya Başûrê Kurdistanê, hemû aliyên din êw wekî Ewropa, Amerîka, Kanada têkiliyan deyne û rêveberiya me bide nasîn û qebûlkirin.

* Têkiliyên we yên bi Tirkiye, Başûr û Bakûrê Kurdistanê re dê çawa bin?

Em rêveberiya gel dikin. Tu têkiliyên me bi aliyên siyasî re nîn in. Em û Tirk bira ne û em ê bi hikûmeta Tirkiyê re hevdîtinan pêk bînin da ku sînor bêne vekirin û têkiliyên bazirganiyê pêş bikevin.

Başûrê Kurdistanê jî birayên me ne. Em ê hevdîtinên bi wan re jî bidomînin ku sînor ji nû ve vebin. Gelê Rojava û Başûrê Kurdistanê birayên hev in û êşên wan jî yek in.

Li Bakûrê Kurdistanê partiya herî mezin BDP ye. Wekî me di çapemeniyê de şopandiye, ew bi rêveberiya me razî ne. Em spasiya wan û gelê Bakûr dikin. Em bi hêvî ne ku têkiliyên me baştir bibin.

* Hûnê ji derve tu kesî vexwînin herêmê yan na?

Me di civîna xwe ya yekemîn de ev yek nîqaş kir. Mijara vexwendina hemû rêxistinên derve, hikûmeta Tirkiyê, Başûrê Kurdistanê û hemû aliyên ku mafên me erê dikin hate rojevê, lê biryara wê ji bo civînek din hate hiştin. Aliyên ku me qebûl nekin jî em ê hewl bidin ku xwe bidin qebûlkirin.

* Têkiliya dema îlankirina rêveberiyê bi civîna Cinêv-2 re heye wan na?

Xebatên rêveberiya xweser 5 mehan hatin domandin. Piştî serê salê şeva 22’yê Çile ku salvegera damezirandina Komara Mahabadê ye de me xwest îlan bikin. Ji ber ku ev ji bo gel bîranînek mezin e. Lewre tu têkiliya dema îlankirinê bi civîna Cinêv re tu ne ye. Kîjan alî mafên me qebûl bike û biryarên di vê mijarê de bigire em bi wan re ne.

* Wekî dawî peyama we ji bo gel û raya giştî çiye?

Gotina min ji bo gelê kurd ê li Rojava û hersê perçeyên din ew e ku ev rêveberî ji bo hemûyan e. Rêveberiya aliyêkî siyasî nîn e. Tevî k udi navbera hinek hêzên siyasî de nakokî hene jî, gel yek e. Ez bi hêvî me ku hemû aliyên siyasî û kurdên di herdu meclîsan de, hemû gel tevlî rêveberiyê bibin. Em ji Mahabat, Silêmanî, Hewlêr, Qendîl û Amed dixwazin ku piştgirya me bikin da ku em bi ser bikevin. Serkeftina Rojava serkeftina Kurdistanê ye.

Ekrem Hiso Kî ye?

Ekrem Hiso di sala 1970’yan de li bajarê Dirbêsiyê ji dayîk bûye. Beşa Hiqûqê qedandiye û endamê Baroya Suriyê ye. Bazirganiyê dike. Ji malbata wî 5 kesan di şewitandina Girtîgeha Hesekê de jiyana xwe ji dest dane.

Di 26’ê Mijdara 2011’an wekî endamê Kongerya Niştimanî Kurd hate hilbijartin, piştre wekî endamê Encumenî Niştimanî Kurd li Suriye (ENKS) xebatên xwe domandin.

(ANHA)

Bu haber toplam 690 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.