1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Hola Mihemed Arifê Cizîrî bi tevahî şewitî
Hola Mihemed Arifê Cizîrî bi tevahî şewitî

Hola Mihemed Arifê Cizîrî bi tevahî şewitî

Duh agir bi Hola Mihemed Arifê Cizîrî ya li Duhokê ket û di encam de piraniya holê şewitî û zerareke zêde ya madî jî gehiştiyê, lê ji ber hê zû bû û kesek li wir nebû tu ziyanên canî çênebûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan

DUHOK - Di vê derbarê de Rêveberê Hola Mihemed Arifê Cizîrî Beyar Elî got: ‘’Saet 4:30 serê sibehê agir bi holê ket û sedema wê jî şorta elektrîkê bû. Hêzên îtfaiyê gelekî bi zehmetî karîn agir kontrol bikin û vê hewldanê jî zêdeyî du saetan berdewam kir.’‘

Beyar Elî wiha axifî: ‘’Piraniya Hola Mihemed Arifê Cizîrî şewitiye, mirova dikare bibêje bi tevahî şewitiye, lê ya baş ew bû ku tu ziyanên canî çênebûn. Lê zerara madî gelek çêbûye û li gor texmînan digihe nêzîka milyarek dînar.’‘

Hola Mihemed Arifê Cizîrî di sala 1982’an de li bajarê Duhokê hatiye çêkirin û sala borî bi behayê 700 milyon dînar hat nûjenkirin û cihê 600 kesan têde hebû. Ev hola han yekem hola parêzgeha Duhokê ye ku hunermend çalakiyên xwe têde dikin.

 

Bu haber toplam 626 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.