1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Human Rights Watch: Girtina mirovan ji ber heqareta li serekomar şaş e
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Human Rights Watch: Girtina mirovan ji ber heqareta li serekomar şaş e

A+A-

 

Destpêkirina lêpirsîn û hepiskirina mirovan li Turkiyê, ji ber sedema biçûkxistin û heqareta li serekomar û rêvebirên fermî, roj bi roj zêdetir dibe. Saziya mafê mirovan Human Rights Watch- HRW, bi rapora xwe a dûhî balê dikşîne ser pirsê û bibîr dihêne ku Turkiyê, peymanên mafê mirovan binpê dike.

Berî hilbijartinê, girtina rexnegiran şaş e. Weke mîsal, Umut Kılıç û çend kesên din, ji sucê biçûxistina serekomar, bi hincetên qels hatibûn girtin û ji azadiya xwe mehrûm kirin. Girtin û hepiskirina mirovan bi ispat û delîlên qels, taswasî û endişeyên cidî dihêne pê.

Kılıç parêzer e. Dixwest bibe dadger. Dema testa hilbijartina dadgêran de, ji heqareta li heyeta rêvebirên imtîhanê û serekomarê Turkiyê Recep Tayyip Erdoğan, hatibû girtin. Ew dêrêxistin pêşberî dadgêr. Dadgehê ji bo lêkolîn û lêpirsinê biryara berdewama girtina wî dabû. Dozgerê Ankarê, bi benda 299/1 biçûkxistina serekomar û 125 an heqareta li rêvebirên fermî, nêzî 9 salan hepis jê re dixwest. Delîl, ji şahidbûna endamên heyeta imtîhanê dihate pê. Lê parêzerê Kılıç, li dijî îdiayên heyetê derdikeve. "AKP dixwaze kesên nêzî xwe bike dozger. Rengê suc û biçûkxistinê didine dijderketin û rexneyên Kılıç. Ew bêsuc e", dibêje. 

"Peyvên hişk, di rengê heqaret û biçûkxistinê ji aliyê mirovek di şokê de" hatibe gotin jî, weke biçûkxistin nayê hejmartin. Ev bend, di peymana Mafê Mirovan a Europayê de eşkere xuyanî dike. Turkiye, derbarê mafê hizirkirina azad de gelek caran ji aliyê Komîsyona Europayê, Saziya Hevkarî û Ewlekariyê li Europayê, Konseya Europayê û dezgehên mafê mirovan ve hatiye rexnekirin. Dadgeha Europayê a Mafê Mirovan, balê dikşîne ser biryarên dadgehên Turkiyê ku ew, bi peydekirina sedemên bêbingeh, Peymana Europayê benda 10 an, bo parastina hizirkirina azad, binpê dikin.

Li Turkiyê, demên dawiyê de, bi sedema biçûkxistina serekomar, an rêvebirên fermî yên dewletê, lêpirsîn û daweyên nû vedibin. Gelek kes bê ispatên xurt, wextek dirêj girtî dimînin. Bo demokrasiya navxweyî li Turkiyê bihêz bibe, pêwîst e dadgeh hay ji biryarên derbarê hizirkirina azad bike, norm û peymanên navnetewî ji xwe re bikin pîvan. Divê hikumeta Turkiyê bo vekirina daweyên bi vî rengî, biryarên hiqûqî yên Dadgeha Europayê ji xwe re bike bingeh, ne ku riyên nû û bêhiqûqî peyde bike.

 

Bu yazı toplam 550 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.