1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Hunera masî biraştinê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Hunera masî biraştinê

A+A-

Havîn hat. Derketina derve, rûniştin, paldan û sohbeta binya daran, li qiraxa gol an çemekî, zêde balkêş e û xweş e. Bi dereca zêdebûna germê re, daxwaziya çûna derve bi malbat û dostan re pitir dibe. Malbat bi hazirî diçin, gelek caran xwarin li mal amade dibe, bi xwe re dibin derve û li devera kêfê dikin, dixwin û vedixwin. Lê gelek jî menqel û goştê xwe bi xwe re dibin, dibrêşin.

Mîna gelek miletan, kêfa kurda ji xwarina goştê biraştî re tê. Weke tê zanîn, goşt, du katogoriyên xwe hene:

Goştê spî û ê sor. Heçî yê spî ye, ji bejayî û avê peyde dibe. Ji bejayiyê, goştê ajelên bi bask (mirîşk, elok û hwd). Ne tenê bi bask, lê mîsalê weke kêrgoşkan jî divê neyê jibîrkirin. Ji avê jî; ji çem, gol û deryayê seyda masiyan e.

Goştê sor jî, yê pez û dewara ye. Anku çêlek, mî, bizin û hwd. in. Xwedîkirina pez û dewaran wext distîne, goştê wan buha ye û xwarina zêde ji bo sihetê ne baş e. Lewra li cîhanê kirîn, firotina goştê spî û xwedîkirina ajelên wiha zêdetir dibe. Doktorên nasdar li cîhanê û saziyên bijijkî didin zanîn ku, divê ji heftê du caran goştê masiyan bê xwarin.

Derya, li ser sînorên Kurdistanê ne. Şensê her mirovî û xwarina goştê masiyên deryayê bixwe, tune ye. Lê li welêt gelek çem û gol hene. Masiyên wan bi tam in. Şensê gelek kesan heye ku jê sûdê bigre û bixwe.

Tama masiyên biraştî pir xweş e. Lê biraştina wan hostebûnê dixwaze. Divê mirov bipirse anjî bixwîne. Piştre, biceribîne û bibrêşe. Bê ceribandin, ne tecrûbe tê pê û ne jî hostebûn.

Masî, ne li ser agirê xurt, lê belê, li ser pizotên êgir ku xweliyê nûgirtiye ser, tê biraştin. Serada biraştinê a bi destik, alava herî baş e û bi saya wê, herdu aliyê masî sor dibe, xetera ziwabûn û şewatê ji holê radike.

Masiyê qelew, bi rûn û qalind ji bo biraştinê baş in. Lê dema peyde nebin, yên pehn jî dikarin bên biraştin. Heçî masiyên bi rûn in, berî biraştinê, kêmterbiyekirina wan, tamê zêde dike. Her wiha, bi têlên seradê ve jî nazeliqe. Terbiye, ji serîk sîr, bîbera hûrbûyî a spî, xwê, ava lemon û zeytê pêk tê. Tev di zerikê de, bi makînê tên hûrkirin, bi firçekê masî tên terbiyekirin. Ava ji ber terbiyê ma, di dema biraştinê, ji bo ku masî neşewitin û ziwa nebin, bi firçê di rûwê masiyan didin.

Masiyê biraştî, bi şînayî, lemon, nanê sêlê an savarê re tê xwarin. Ava lemonê li ser rûwê masiyan tê guvaştin, şînayî tama xwe ji ava lemonê û zeytê distîne, bi masî re tê xwarin.

Siheta baş, mirovan ji nexweşiyê dûr digre. Xwarina xweş û paqij, ji bo sihetê pir baş e. Li siheta xwe miqate bin û goştê spî bixwin. Noşîcan be...

 

Bu yazı toplam 665 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.