1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Hunermend Rojîn ji bo erdhejzedeyên Wanê konser da
Hunermend Rojîn ji bo erdhejzedeyên Wanê konser da

Hunermend Rojîn ji bo erdhejzedeyên Wanê konser da

Hunermenda navdar Rojînê li Silêmaniyeyê ji bo erdhejzedeyên Wanê konser da.

A+A-

SILÊMANIYE (AA) - Hunermenda navdar Rojînê li bajarê Silêmaniyeya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo erdhejzedeyên Wanê konser da.

 

Konser ji aliyê Komeleya Jinan a Wanê ve bi mebesta "Wan a min e, ez Wan im" hat li dar xistin. Di vê çarçoveyê de hunermenda navdar Rojînê jî konser da û hemû dahatiya konserê jî dê ji erdhejzedeyên Wanê re biçe. Rojînê di konserê de sitranên kurdî, tirkî û azarîkî gotin û 3 saet bi performansa xwe ya zindî ve li ser dikê ma.

 

Rojînê li ser dikê bangî karsaz û xêrxwazan kir û destnîşan kir ku dê ji bo erdhejzede û penaberên sûriyeyî konseran bide û wiha got: "Werin û em ji bo bira û xwîşkên xwe yên ku ji Rojavayê tên derkevin tûrneyê. Him bila dilê wan xweş bibe û him jî bila bibe alîkarî."  

 

Rojînê piştî konserê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Me di 2011an de jî hin tiştan kir, lê îcar me xwest em li Silêmaniyeyê konserek bidin. Ez bawer im gelekî hunermend jî dixwazin piştgirî bidin."

 

Karsaz û xêrxwazên ji Silêmaniyeyê ji bo piştgiriyê alîkarî dan û rayedarên Komeleya Jinan a Wanê digel meqbûzan alîkariya karsaz û xêrxwazan qebûl kirin.

 

Hay diyarkirin ku rayedarên Komeleya Jinan a Wanê dê dahatiya konserê ji erdhejzedeyên Wanê re bişînin.

rojin-1.jpg

rojin-2.jpg

Bu haber toplam 3752 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.