Încî Kefalî ber bi tunebûnê ve diçe

Încî Kefalî ber bi tunebûnê ve diçe
Masiya Înce Kefalî ya ku tenê li hewzeya Gola Wanê dijî di mehên gulan û hezîranê de ji bo zêdebûnê koç dike û hêkên xwe berdide avê.

 

WAN -  Lê ji ber ku li ser Çemê Bend-î Mahî yê Bêgirî HES tên çêkirin û av kêm dibe masî ber bi tunebûnê ve diçe. Di salên dawî de di tam û rengê masiyan de guherîn hate tesbîtkirin û ji ber sewiyeya avê kêm bû û oksîjan kêm e bi hezaran masî bêyî hêkan berdin avê dimirin. Dema hêkan berdidin avê jî ji ber sewiyaya avê kêm bûye di goletên biçûk de tune dibin.

Welatiyê bi navê Şahabettîn Uca diyar kir ku di salên dawî de masiya Încî Kefalî gelek kêm bûne û her diçe kêm dibe û divê ji vê yêkê re êdî bêjin "rawestê" Uca anî ziman ku salên borî li navçeyê gelek kesan bazirganiya Încî Kefalî dikir û derbara xwe bi masîvaniyê dikin. Uca da zanîn ku ji ber avakirina HES'ên salên dawî êdî gel Încî Kefaliyan naxwin û wiha got: "Her tişt li ber çavan e. Încî Kefalî ji ber nêçîrvaniyê na ji ber HES û kêmbûna avê tune dibe. Ji ber sewyeya avê kêm bû di goletên avê de bi mîlyonan hêk û masiyên biçûk dimînin û dimirin."

‘Rayedar temaşe dikin'

Uca da zanîn ku ji ber mirina masiyan ên salên dawî tu kes nikare li ber Çemê Bend-î Mahî yê berê weke qada geştê bimîne û wiha axivî: “Berê di dema Încî Kefalî hêk berdidan avê qepaxên bendavê vedikirin û ji bo ava bi hêz hêk û masiyên biçûk bigihijîne Gola Wanê lê niha vê yêkê jî nakin. Rayedar li hemberî vê yêkê xemgar in. Ev yêk xuya ye. Heke ji vê yêkê re çareseriyek neyê dîtin heya çend salên din dê Çemê Bend-î Mahî hişk bibe û masiyên Înce Kefalî dê tune bibin."

‘Di bin navê parastinê de nifşê Încî Kefalî tune dikin'

Welatiyê bi navê Suat Yavruturk jî diyar kir ku her sal bi qedexeya nêçîra masiyan Încî Kefalî tê parastin, yên nêçîr dikin tên cezakirin lê yên dibin sedama av kêm bibe bê ceza dimînin. Yavruturk anî ziman ku hemû çemên ayîdî mirovahiyê û xwezayê ji hinek kesan re pêşkêş dikin û çem vegêrandin deriyê rantê. Yavruturk da zanîn ku ew bi xwe jî dibin şahidê tunekirina xwezayê û sedema tunebûna Încî Kefalî HES û kanayê xîz ên li ber çeman tên çêkirin in. Yavruturk bilêv kir ku HES hêzbûna ava çeman kêm dike û oksîjena avê û dengeya xwezayê diguherîne. Yavurturk destnîşan kir ku ji bo Încî Kefalî hêkên xwe berbidê av û xîz lazim e û ev yêk jî hatiye xilaskirin. Yavurturk da zanîn ku divê rayedar berjevendiyên kesan na mîrateyên dîrokî biparêzin.(diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.