Îran bazirganiya ligel Kurdistanê dighîne 10 milyar dolar
Navenda Nûçeyan
Cêgirê yekem ê Serokkomarê Îranê Îshaq Cîhangîr ragihand ku Rustem Qasimî bo posta şêwirmendê serokkomar û rêvrberê navenda geşepêdana aborî ya Îranê ligel Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, daxwaz ji Qasimî hatiye kirin ku rêjeya bazirganiyê ligel Herêma Kurdistanê bighîne 10 milyar dolar û derfetên kar jî bo parêzgehên kurdnişîn peyda bike.
Qasimî yek ji kêmendamên şerê 8 salî yê navbera Îran û Iraqê ye, berî ku bibe wezîrê petrola Îranê, ew yek ji fermanderên mezin ên pasdarên Îranê bû. Piştî wî şerî Rustem Qasimî dibe Serokê Qerargeha Xatimulenbiya ya pasdarên Îranê, ku aboriya Îranê di dest wê de ye.
Piştre ji aliyê Serokomarê berê yê Îranê Mehmûn Ehmedînejad ve bo posta wezîrê petrolê hat diyar kirin. Herwih govara Forign Police ya Amerîkî Rustem Qasimî wek yek ji 5 zengîntirîn kes li Îranê dide zanîn û di rêzbendiya 500’î de ye di nav lîsteya kesên herî zengîn ên cîhanê de.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.