1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. İraqê bihayê 89 milyar dolaran petrol firotiye
İraqê bihayê 89 milyar dolaran petrol firotiye

İraqê bihayê 89 milyar dolaran petrol firotiye

Kompanya Niştimanî ya Firotina Petrola Iraqê (SOMO) eşkere kir ku di sala 2013’an de İraqê 872 milyon bermîl petrol şandiye derveyî welat ku dahata wê dike zêdeyî 89 milyar dolar.

A+A-

Navenda Nûçeyan

BEXDA - Kompaniya SOMO ku ew take aliye dikare petrola İraqê bifroşe bi daxuyaniyekê ragehand ku rêjeya şandina petrola İraqê di sala 2013’an de gehiştiye 872 milyon û 364 hezar bermîlan,  wate rojane 2 milyon û 423 hezar bermîl petrol ji İraqê bo derve tê şandin. 

SOMO eşkere kir ku dahata şandina petrola İraqê di sala 2013’an de zêdeyî 89 milyar û 211 milyon dolaran bûye. Kompanya SOMO da zanîn ku rêjeya şandina petrola İraqê ji parêzgeha Besrayê gehiştiye 778 milyon bermîl, bi rêya boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê jî ew rêje gehiştiye 69 milyon û 700 hezar bermîl petrol.

Herwiha derbarê aliyên ku ev petrol kirîne Kompanya Niştimanî ya Firotina Petrola Iraqê da xuyakirin ku “Ew petrol ji aliyê 31 kompanyayên cîhanî ve hatiye kirîn.”

 

Bu haber toplam 526 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.