Îtaliya 8 balafirên şer û 130 leşkeran dişîne Başûrê Kurdistanê

Îtaliya 8 balafirên şer û 130 leşkeran dişîne Başûrê Kurdistanê
Wezareta Parastina Îtalya ragihand, 8 balafir û helîkopterên şer ên wî welatî li Hewlêrê dê werin bicihkirin.

Wezareta Pêşmerge jî piştrast dike û dibêje: “Em pêştir ji wê yekê hatine agahdarkirin.”

Wezraeta Parastinê ya Îtaliya ragihand, ew dê 8 balafir û helîkopterên şer bişînin Başûrê Kurdistanê.

Wezîra Parastinê ya Îtaliya Roberta Pinotti îro çarşemî di daxuyaniyekê de ragihand, Hikûmeta Îtaliya dê di çend rojên pêş de 4 helîkopterên cure Mangosta A-129 û herwiha 4 balafirên veguhastinê yên cure NH90 bişîne Başûrê Kurdistanê.

Roberta Pinotti got, ew balafirên Îtalya dê di van demên nêzîk de li bajarê Hewlêrê bên bicihkirin.

Pinotti tekez kir, armanc ji şandina wan balafiran, beşdarî di şer û operasyonan, herwiha proseyên lêgerîn û rizgarkirinê de û parastina wan karmend û karsazên Îtaliya ye, ku niha bo nûjenkirina Bendava Mûsilê li Iraqê kar dikin.

Wezîra Parastinê ya Îtaliya destnîşan kir, di çarçoveya alîkariyên leşkerî yên bo Iraqê û rûbirûbûna DAIŞê de, dê 130 leşekrên Îtaliya bo Iraqê bên şandin.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji Rûdawê re got: “Wezareta Pêşmerge pêşwazî li wê biryara Wezareta Parastinê ya Îtaliya dike û pêştir jî, Herêma Kurdistanê ji biryara şandina wan balafiran bo Hewlêrê agahdar kiriye.”

Cebar Yawer got: “Şandina wan balafiran bo parastina wan hêzên Îtalya ye ku li nêzîkî Bendava Mûsilê tên bicihkirin.”

Îro çarşemî 2ê Adarê Hikûmeta Iraqê girêbesta nûjenkirina Bendava Mûsilê ligel şîrketa Îtalyayî ya Trevi bi buhayê 273 milyon Euro îmza kir.

Li gor wê girêbestê, gerek ev şîrketa Îtalî di heyama 18 mehan de Bendava Mûsilê nûjen bike.(rudaw)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.