Îtalya û Swêdê gol xwarin lê Tirkiyê xwatir xwast!

Îtalya û Swêdê gol xwarin lê Tirkiyê xwatir xwast!
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya Euro 2016ê de îro her du tîmên futbolên yên Îtalya û Komara Îrlandayê hatin pêşberî hev.

Saet 22:00 a şeva 22ê Hezîran a 2016ê lîstika navbera her du tîmên Îtalya û Komara Îrlandayê dest pê kir. Ew lîstik ji bo tîma Tirkiyê jî giring bû û çarenivîsa Tirkiyê bo derbasbûn an jî derbasnebûn bo qonaxa din a Euro 2016ê girêdayî vê lîstikê bû.

 

Di vê lîstikê de, tîma Komara Îrlandayê karî bi encama 1-0 ji tîma Îtalya bibe û 3 puwanên giring û herwiha serketinek mezin bi dest bixe.

 

Gola tîma Îrlandayê di xûleka 85an de û ji aliyê yarîzan Robbie Brady ve hat lêdan.

 

Herwiha îşev her du tîmên Swêd û Belcika jî bi hev re lîstin.

 

Lîstika navbera her du tîman jî bi encama 1-0 bi qazanca Belcîkayê bi dawî hat.

 

Bi vî awayî şansê tîma fotbula Tirkiyê jî bo derbasbûn ber bi qonaxa din a Euro 2016ê ve pûç bû û Tirkiye ji lîstikên Euro 2016 xatir xwast.

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.