1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Jenosida Enfalê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Jenosida Enfalê

A+A-

 

Di vê hefteyê de li welat û gelek deverên cîhanê bi munasebeta roja bîranîna pirkûjiya Enfalê çalakî têne pê. Şehîdan bibîr dihênin û bûyer li platformên cewaz tê niqaşkirin.


Tevkûjiya Enfalê, ji aliyê Saddam Hisêyn ve hatibû plankirin. Ji bo qirqirina nijada kurda, di demên guhertî anîbû pê. Beşek ji lêkolînêran, salên Enfalê 1983-1988 nîşan didin, lê hejmarek baş li ser 1986-1988 an li hev dikin. Plana Enfalê ji zû ve hebû û dema şerê Iraq û Îranê de formê dawiyê girtibû. Wê demê welatên pêşketî çekên giran û kîmyewî difrotin herdu aliyan û şerê nav herdu dewletan rojevê de bû. Hêrîşên rejîma Iraqê bi çekên kîmyewî li dijî kurda hatibû zimên. Ji ezmên ve, bi satelîtan windabûna gundên kurda dihate dîtin. Lê welatên pêşketî, rastî veşartin û xwe ker kirin. Bi qirkirina Helebcê, xirabiya çekên kîmyewî baştir hat dîtin û fêmkirin.

Ji Sibatê heta Îlona 1988 an tevkûjî, girtin û windakirina kurda piralî bû. Encama Enfalê birînên kur di laşê kurda de vekir: Ji % 90 gundên kurda hatin xirapkirin. 200 hezar kes qetil kirin. Bi taybetî mêr bûn hedef; zarokên ser 10 salî, xort û zilam tev kom kirin û birin. Li aliyê Barzan tenê 8000 kes winda kirin. Li wir mêr; zarok, xort û zilam nehiştibûn, lewra ji sala 1984 an heta 1992 an zarok qet çênebûn.


Nivîskar Bûbê Eser berî niha çû Herêma Kurdistanê û nêzî salek derbarê Enfala herêma Barzan kur bû. Berî semînera me, Zanîngeha Stockholmê li ser heman mijarê, em rûniştin. Ez hevpeyvîna pê re parvedikim.

 

- Tu çi demê çû, xebata te çiqas domiya û armanca te çi bû?

Bûbê Eser: 23 nîsana 2007 an ji bo li ser enfalê lêkolînê bikim, çûm welatê xwe, perçeyê azad. Ango başûrê Kurdistanê û li devera Barzan bi cîh bûm ku bikarîbim karê xwe bikim. Min, qederê 10 mehan lêkolînên xwe kir. Rojê du an sê malbatên enfalkirî ziyaret dikir, bi wan re diaxifîm. Ew guhdarî dikir û wan jî bûyera enfalê weke dîtibûn ji min re digot in. Di encama vê xebatê de, min, şanoya enfalê ya bi navê Dîroka Rûreş nîvîsî. Karê nivîsîna romana enfalê hê jî berdewam e.

 

- Enfal tê çi wateyê? Çima navê enfalê hatiye bikaranîn?

Bûbê Eser: Navê wê ji Quranê hatiye girtin. Tê wateya destkeftiyên di şeran de.

Di Qurana pîroz, sûreta heştemîne de Yezdanê Dilovan wiha dibêjê: "Ew kesên ku îman anîn ne. Dema ew êrîşê dibin ser kafiran, divê şer bikin. Kesen bi were be û şer nekin, wan bikujin û qira wan bihênin. Ne ku hûn wan dukijin. Ew Xudayê mezin wan dide kuştinê."

 

- Sedemên pêkanîna Enfalê çi ne?

Bûbê Eser: Dixwestin hemî kurdan ji holê rakin û deverên kurd lê dijîn, xirap û wêran bikin, hilweşînin. Kurdan ji cî û warên wan rakin bibin nav ereban. Li erd, cî û warên wan ereban bi cîh bikin.

 

- Enfal jenosîdek plankirî bû an na?

Bûbê Eser: Belê, Enfal jenosîdek plankirî ye. Plan bi şêweyekî sîstematîk pêk anîne. Saddam dixwest cihên serîhildan û berxwedana kurda, xerab bike û kesên li wir bide koçkirin, bikuje û winda bike. Loma jî her tevgerek Seddam bi plan dihate kirin ku kurdan û bi taybetî Barzaniyan tune bike. Saddam yekem car hemû Barzaniyên çalak ên ji bona azadiya gelê xwe xebatê dikin, destnîşan dikir û dûre ew dan girtin. Girtî li cihên teybet ku ji bona wan hatibûn çêkirin bi cîh dikirin. Kesek bê îzin nikarîbû derketina. Paşê hemû enfal kirin. Ango bi saxî li cihên ne diyar binerd kirin.

 

- Enfal çi demê û li çi deverê dest pê kiribû?

Bi baweriya min, enfal cara yekem di 31.07.1983 an li devera Barzan dest pê kir. Wê demê 8000 zilamên Barzaniyan ji teref Saddam ve hatin enfal kirin. Ji 8000 kesan, yek kes jî li mal venegeriya. Tev li cihên ne diyar, bi saxî hatin binerd kirin. Bi vî rengî li Kurdistanê, Enfal berdewam kir.

1986 an Elî Hisin Mecîd (Elîyê Kîmyewî) bû berpirsê nivîsîngeha bakur ya rijêma Beasiyan. Bi vê yekê bû xwediyê desthilatiyek mezin. Di heman demê de şerê Iraqê û Îranê didomiya. Hikumeta Iraqê wê wextê giranî da tûnekirin û wêrankirina kurdên nêzî sînorê îranê. Pitir ew dever hatîn enfal kirin. Zêdetirîn kurdên ku li wir akincî bûbin ketine ber pirosesa enfalkirinê. Lê dîsa jî hemû cîh ne weke hev hatine enfalkirin. Li hin cihan zêdetir bûye.
Em dikarin qonaxên enfalê wiha bi rêz bikin: Enfala duwê 18-2-1988 li Dulacafayetî,  qeza û nahiyên derdorê Dukan, Qelaçulan, Serçinar û surdaş. Enfala sêyê 22-3-1988 li Navçaya Qeredax, Baziyan, Derbendîxan, li parêzgeha Silêmanî. Enfala çarê 7-4-1988 li Çemçemal, Sengaw kifirî, Kelar, Qadirkerem ûhwd. Enfala pêncê 3-5-1988 li Axceler, Çemî rêzan, Naw şiwan, Deşta kiûy, Teq teq... her weha dest pêkirina enfala çarê li parêzgeha Kerkukê wek; Qela sêwke, Şiwan, Şêx bizênî, Saleyî û gundê Guptepê çekên kîmyewî hatin bi karanîn. Enfala 6-7 an 15-5-1988 li dula çiyayê Şeqlawa, Rewandûz, Balîsan û hwd. Enfala heşta 25-8-1988 li Badînan kirin.


Roja 14-4-1988 an wek mezintirîn enfala Kurdistanê tê nasîn. Ji ber ku wê rojê, mezintirîn û zortirîn enfal hatiye kirin. 15-4-2008 an perlemana Iraqa Federal bi biryarek fermî enfala Kurdistanê weke jenosîdê qebûl kirî ye.

 

- Bi giştî çend kes bûne qurbana Enfalê?

Li gor zanyariyên dinyê û Kurdan, bi giştî 182 000 kurd hatine Enfal kirin.

 

Bûbê Eser: 1955 an li Dêrika Çiyayê Mazî çêbûyê. Piştî lîsê li Mêrdîn kuta dike, di 1975 an li Ankarayê dest bi xwendina Zanîngeha Aboriyê dike. Sala dawî ji ber karê siyasî tê girtin û dikeve girtîgehê. 72 rojan îşkencê de dimîne. Dema îşkencê dilê wî disekine. Polîs wî mirî dizanin û ji qata çaran davêjin ku rengê "revê" bidinê. Lê ew li ser erebeya polîsan dikeve û dilê wî dîsa lêdide. Heta 1982 an miha gulanê girtî dimîne. Dawiya 1983 an tê Swêdê. Berhemên nivîsî ne ev in: Gardiyan, Sîno bû Efendî, Zewaca Şaş, Rastiya Me, Dîroka Rûreş (Şanoye û li ser jiyana malbatên enfalkirîne)...

 

Bu yazı toplam 892 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.